08:04 24 Tebax 2017
Zindî
    Devlet Bahçeli

    Bahçeli: Li Nisêbînê, kit ji wan nehêlin, kuç li ser kuç nehêlin

    © Foto: Mehmet Ali Ozcan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7501

    Serokê giştî yê Partiya Tevgera Neteweparêz Devlet Bahçeli derbarê operasyonên li bajarên kurdan dewam dikin wiha axivî: Sê rojan mohletê bidin xelkê û dûre kitê ji wan nehêlin, kuçî li ser kuçî nehêlin.

    Navenda Nûeçyan — Devlet Bahçelî bersiva axiftina Davutogluyî ya Amedê da û wiha got: "Em Partiya Tevgera Neteweparêz in, em bi hezkirina Tirkiyeyê û Tirkîtiyê dijîn. Ev çi hatiye serê Nisêbînê? Xendek kengî hatin kolan, barîkat kengî hatin çêkirin?"

    Serokê MHPê derbarê parêzbendiya HDPyiyan de jî wiha axivî: "Ka were, em serê xwe bi rewşa Nisêbînê re biêşînin. Em parêzbendiya pêvekên PKKê yên li parlementoyê rakin".

    Devlet Bahçelî derbarê Nisêbînê û rewşa şerî de wiha got: "Sê rojan mohletê bidin welatiyên Nisêbînê, dûre kitê ji wan nehêlin, kuçî li ser kuçî nehêlin. Eger ber şehadetan neyê girtin, ew ê şerê navxweyî derkeve. Tirkiye dê bibe wek Sûriyeyê."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Devlet Bahçeli: ‘Ha Ocalan, ha Barzanî’
    Bahçeli got: ‘Ew kesên bi îşareta Gurê Boz (Bozkurt) êrişê Kurda dike...'
    Li Nisêbîn û Geverê qedexeya derketina derve hat îlankirin
    Di navbera Nisêbîn û Qamişlo de xendek tê kolandin
    OPERASYON - Li dijî Nisêbîn û Hezexê amadekariya êrişan...
    Etîketan:
    PKK, MHP, Partiya Tevgera Neteweparêz, Ahmed Davutoglu, Devlet Bahçeli, Nisêbîn, Tirkiye, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de