11:07 23 Tebax 2017
Zindî
    Hêvî Mistefa

    Kantona Efrînê: 'Rêjîma Sûriyeyê derewan dike, Hêvî Mistefa nebûye namzet'

    © Foto: Pukmedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4810

    Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa nuçeyên ku ji aliyê rêjîma Baas ve hatine belavkirin û tê îdîakirin ku Hêvî Mistefa ji bo hilbijartinên Meclîsa Sûriyeyê bûye namzet, derwandin.

    Rejîma Baas ya ku Hêvî Mistefa weke namzeta Yektiya Jinên Sûriyeyê nîşan da û wêneyên wê li kolanan daliqand. Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efîrînê Hêvî Mistefa, ev yekê bi zimanekî tûj derewand. Hêvî Mistefa li navenda Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê civînek çapemeniyê lidar xist. Hêvî Mistefa da zanîn ku ew qet nebûye endama Yekîtiya Jinên Sûriyeyê û dê nebe jî.

    Hêvî Mistefa da zanîn ku di aloziya Sûriyeyê de û tevî qetilkirina bi hezaran sivîlan jî, rejîma Baas weke ku tu tiştek tune ye hilbijartinên meclîsê lidar dixe û di bin navê namzeta Yekîtiya Jinên Sûriyeyê de, wêneyên wê di hemleya xwe ya ragihandinî de bikar tîne. Hêvî Mistefa got: ‘Her kes dizane ez Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efîrnê me. Efrîn jî ji rêjîmê hatiye rizgarkirin û em tevlî van hilbijartinan nabin. Şixulandina wêne û cihê min jî bi armaca derxistina tevlîheviyên di nava gelê kantonê de ye.' 

    Hêvî da zanîn ku ew tu caran nebûye endama Yekîtiya Jinên Sûriyeyê û nabe endam jî û wiha dom kir: 'Ji ber ku ev yekîtî tu tiştekî ji jinan re pêşkêş nake. Bi zîhniyeta zilamtiyê dixebite, lewma dê nehêle ku ev yekîtî destkeftiyên jinên Rojava yên siyasî, civakî û leşkerî binpê bike. Piştî karkirina min bi Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê re, îstixbarata Hewaî navê min xist lîsteya kesên ku dixwaze, lewma ez dixwazim bi bîra rêjîmê bixim ku di destpêkê de bila navê min ji vê lîsteyê derxîne.'

    Bi heman mijarî:

    Perinçek:'Hedefa Barzaniyan piştî Rojava, Amed e'
    ROJAVA - Artêşa tirk Qamişlo bombebaran dike!
    Li Rojava encûmena leşkerî ya Minbicê hat damezrandin
    Rojava yekemîn ofîsa xwe li Ewropayê vedike
    Etîketan:
    derewên ereba, rejîma baas, sûrî, hêvî mistefa, rojava, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de