13:09 21 Tebax 2017
Zindî
    hdp

    HDP ji bo Ocalan bibe sermuzakerevan qanûnek pêşniyar kir

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3301

    Ji aliyê Koma HDPê ve di bin serenavê ‘Qanûna Muzakerê û Aştiya Civakê' pêşniyariyek da meclisê û pêşniyariya sermuzakerevaniya Ocalan kirin.

    Navenda nûçeyan — Nûnerên Koma Partiya Demokratîk ya Gelan Çagra Demîrel û Îdrîs Baluken di çarçoveya aştiyeke mayînde pêşniyariyeke qanûnê dan Serokatiya Meclisê. Di qanûna pêşniyar daxwaza çend tiştan hatin kirin. Di nava qanûnê de li ser rola Ocalan ya di mijara pirsgirêka kurd de hate rawestîn û hate gotin ku divê Ocalan bibe sermuzakerevan û bi xebat û fikrên xwe beşdarî muzakereyê bibe. Lewre ev yek ji bo pêşeroja jiyana civakê giringiyeke mezin e.

    Di naveroka qanûnê de wiha hate gotin: ‘Birêz Abdullah Ocalan ji sala 93an û heta niha bi daxwaza aştiya mayînde, bi perspektîfifa çareseriyê ya ku bingeha wê jiyan e, xebatên ji bo pêşketina Komara Demokratîk, di serî de gelek xebatên wî yên hêja hene. 

    Ew bi van xebat û fikrên xwe wekî sermuzakerevanê pisrgirêka kurd e. Heta niha her dem li ser fikra aştiyeke mayînde rawestiya û her carê xweste ku pêşiya pirsgirêkê veke. Ocalan, di mijarên maf û wekheviya gelan de xesasiyeta hemû gelan jî daye ber çavan û formeke nû avakiriye. Lewma divê pêşiya fikir û xebatên Ocalan werin vekirin. Rê û derfeta beşdarbûna muzakereyan bên dayîn. Ev ji bo pêşeroja jiyana civakê gelekî girîng e.'

    Bi heman mijarî:

    230 parêzer ji bo hevdîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
    Parlamentera HDPê: ‘Heke Ocalan dijî çima kesek nikare bibîne?'
    Ocalan navê wezîre ku pêre hivdîtin pêk aniye eşkere kir
    Hevserokê DIE LINKE: Bê Ocalan aşitî ne mimkun e
    Nivîskarê tirk: ‘Erdogan dê bibe serok û Ocalan dê ji zindanê derkeve’
    Akademîsyenê ku di ezmûnê de pirsa Ocalan pirsî beraet kir
    Etîketan:
    FIKRÊN OCALAN, OCALAN, muzakereyên nû, HDP, Çaglar Demîrel, Îdrîs Baluken, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de