02:11 21 Tebax 2017
Zindî
    Şer û pevçûnên Qerebaxê

    Biryara agirbestê hate ragihandin!

    © Sputnik/ Asatur Esayants
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 474 0 0

    Wezareta Parastinê ya Qerebaxê ragihand ku wan ji bo şerê di navbera Qerebax û Azerbaycanê de biryara agirbestê standine.

    Alaya Îranê
    © Flickr/ Blondinrikard Fröberg
    Navenda Nûçeyan — Wezareta Parastinê ya Qerebaxê ragihand ku wan ji bo şerê ji 1ê Nîsanê ve didome di navbera Qerebax û Azerbaycanê de biryara agirbestê standine.

    Her wiha berdevkê artêşa Qerebaxê Senor Hasratyan di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku artêşê ji bo agirbestê talimat wergirt.

    Ji aliyê din ve berpirsekî ji Lijneya Wezîran a Qerebaxê di axaftina xwe ya Spûtnîkê de ragihand ku ji bo herêma ku şer û pevçûn lê diqewime amadehiya agirbesteke dualî tê kirin. Niha li sînor her tişt di rê de ye.'

    Azerbeycan: ‘Agahiya me ji agirbestê tuneye'

    Sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê
    © REUTERS/ Vahram Baghdasaryan/Photolure
    Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê daxuyaniya Qerebaxê derewand û ragihand ku derheqê amadehiya peymana agirbesta navbera Qerebax û Azerbeycanê de tu agahiyên me tunene.

    Ermenîstan: ‘Peyman amade dibe'

    Her wiha Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê daxuyaniya agirbestê ya Qerebaxê red kir, lê Berdevkê Wezareta Parastinê yê Ermenîstanê Artsrun Ovannisyan ragihand ku ji bo agirbesta Qerebaxê peymana li hev kirinê tê amadekirin.

    Bi heman mijarî:

    Ermenistan: ‘Heke şer derkeve em ê serxwebûna Qerebaxê binasin'
    Ermenîstan: Di şerê Qerebaxê de tiliya tirkan heye!
    Azerbaycanê agirbest ragihand û Ermenîstanê jî bersivda!
    Li sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê şer: Herî kêm 10 kuştî
    Ermenîstanê ji bo Qerebaxê Tirkiye hişyar kir
    Etîketan:
    Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê, Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê, Senor Hasratyan, Artsrun Ovannisyan, Azerbeycan, Ermenîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de