18:36 20 Tebax 2017
Zindî
    înternet

    Agahiyên nasnameyên 50 milyon kesan hatin bi destxistin

    © Flickr/ Markku Ulander
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Korsanên înternetê duh li ser înternetê bi qasî 6.6 GB agahiyên taybet yê welatiyên Tirkiyeyê parvekirin. Hate îdiakirin ku di nava kesên ku agahiyê nasnameyên wan hatine parvekirin de Erdogan, Davutoglu û Gul jî hene.

    Navenda nûçeyan — Li gorî daxuyaniya Ajansa AP'yê li Tirkiyeyê ji aliyê korsanên înternetê ve agahiyên 49 milyon 611 hezar û 709 kesan hatine bi dest xistin. Di nava agahiyên ku hatine bidesxtin de nav, paşnav, navê dê û bav, zayend,dîrok û cihê zayînê û adresên wan hene.

    Hate îdiakirin k udi nava kesên ku agahiyên wan hatine bidest xistin serokomar Tayîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu û serokomarê bere Abdullah Gul jî hene.
    Li ser van îdia û gotinan ji hêla rayedarên tirk ve tu daxuyanî nehat dayîn.

    Ji aliyê dîn li ser malperê derheqê Erdogan û rewşa Tirkiyeyê de wiha tê gotin: ‘ Li Tirkiyeyê îdeolojiyên kevneperest, zihniyeta îltimasê û fikra îslama radîkal her ku diçe zêdetir dibe. Ev yek bû sedema bingeheke lawaz ya înternetê. Ev tişt dihata bîra kê? Divê Tirkiye di veşartina agahiyan de bergiriyên xwe zêdetir bike.'

    Di dewama daxuyaniyê de ji bo rawestîna Erdogan hişyarî tê kirin û di derheqê berendamê hilbijartina serokatiyê yê Amerîkayê Trump wiha tê gotin: ‘Divê em nehêlin ku Donald Trump bibe serok. Di mijara rêvebirina welat de ji Erdogan xerabtir xuya dike.'

    Bi heman mijarî:

    Raporteke amerîkî: Heta Erdogan hebe, DAIŞ dê têk naçe
    Pisporê rûsî: ‘Erdogan peyama aştiyê da Rûsyayê'
    Qesra Spî bersiv da Erdogan: ‘Obama li pişt gotinên xwe ye'
    Serokê Parlamentoya Ewropayê Erdogan şermezar kir
    Obama naveroka hevdîtina xwe û Erdogan eşkere kir
    Bi bahaneya 'heqareta li Erdogan' 2 mamoste hatin girtin!
    Etîketan:
    agahiyên nasnameyê, agahiyên taybet, sextekarên înternetê, ap ajans, ahmet davutoglu, abdullah gul, Recep Teyîp Erdogan, amerîka, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de