14:53 21 Tebax 2017
Zindî
    Betlane

    Ji ber şerên li bajarên kurdan tûrîzma Tirkiyayê têk çû

    © Foto: AA/ Durmuş Genç
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Şer û pevçûnên li bajarên kurdan, polîtîkayên siyasî yên li Tirkiyayê û şer ên Rojhilata Navîn bandorek neyînî li gelek qadên jiyanê dike. Ji ber şer tûrîzma Tirkiyayê têk çû. Bi taybetî rezervasyonên otelan ji ber ewlehiya wan tune ne ji sedî 40 hatine betalkirin.

    Navenda Nûçeyan — Te payînkirin ku îsal hejmara geştyaran dê pir kêm be ji niha ve %40 rezervasyona hatine betalkirin. Li herêma Ege û Behra Spî li dora 300 otel hatine firotin û %13 — 15 rêjeya geştyaran ji niha ve daketiye.

    Tê payînkirin ku ji ber qeyrana siyasî ya di navbera Rûsya û Tirkiyayê dê îsal geştyarên rûsî neyên Tirkiyayê li gorî daneyên sala borî 4 milyon û 500 hezar geştyarên rûsî hatine Tirkiyayê lê îsal tê payînkirin ku li dora 2 mîlyon û nîv geştyarên rûsî bên Tirkiyayê. Ev yek jî li dora 7 mîlyar dolarî dê bandor li aboriya Tirkiyayê bike.

    Li gorî Rêxistina Yekitiya Otelan a Tirkiyayê ragihand ku şerên di demen dawî ya li Tirkiyayê diqewimin de geştyarên biyanî dixe metirsiyê û ji ber vê yeke ji niha ve gelek rezarvasyon û kongre hatine betalkirin.

    Li gorî rapora Yekitiya Acenteya Geştyaran a Almanyayê di 2016an de ji ber şerê li Tirkiyayê rêjeya geştyarên ku bên Tirkiyayê îsal %40 kêm bûye.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye ji Amerîkayê re: Dev ji PYDê berde, em ê şer bikin
    Azerbaycanê gef xwar: Emê êrişî paytexta Qerebaxê bikin!
    Heyeta Amerîkayê ku bi Tirkiyeyê re bazara Minbicê bike gihîşt Enqereyê
    Artêşa Tirkiyeyê careke din bajarê Qamişloyê da ber topan
    Terorîstan dîsa êrişî taxa kurdan kir! 14 kuştî 50 birîndar
    Etîketan:
    bajarên kurdan, şer û pevçûn, metirsî, rêjeya tûrîzmê, geştyar, Rûsya, Almanya, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de