11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Barak Obama û Recep Tayyip Erdogan

    Tirkiye ji Amerîkayê re: Dev ji PYDê berde, em ê şer bikin

    © Foto: AA/ Kayhan Özer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 96 0 0

    Hat îdiakirin ku Erdogan, di serdana Amerîkayê de, jê re gotiye; dest ji YPGê berdin, em ê di şûna wan de şer bikin lê Amerîka nepejirandiye.

    Navenda Nûçeyan — Rojnamevana tirk Verda Ozer ya ku serdana Erdoganî ya Amerîkayê dişopand, piştî vegera wî îdiayên balkêş di nivîsa xwe de parve kirin.

    Verda Ozer van agahiyan bi çavkaniyên tirk ve girêdide û wiha dibêje: "Li gorî agahiyên min ji çavkaniyên tirk bi dest xistine,Enqereyê pêşniyareke wiha ji Wahsingtonê re kir: Ka dest ji PYDê berdin, em ê di şûna wan de, piştgiriyê bidin komên ereb û tirkmen û wiha em ê li dijî DAIŞê şer bikin."

    Herwiha Verda Ozer dibêje: "Hûn piştgiriyê bidin leşkerên tirk. Ew jî dê li bejayê şer bikin". Lê Amerîkayê gotiye: "ez dest ji PYDê bernadim, eger leşkerên tirk têkevin Sûriyeyê, dibe ku Rûsya li wan xîne."

    Ji aliyekî dî ve, Nivîskara tirk dibêje ku Amerîka ji Tirkiyeyê xwestiye ku li pêvajoya çareseriyê vegere û Erdogan wiha gotiye: "Ji xwe min pêvajoya çareseriyê neqedandiye lê min ew xistiye avsarkê".

    Bi heman mijarî:

    Erdogan dibêje Xelîl, Davutoglu dibêje Celîl
    Raporteke amerîkî: Heta Erdogan hebe, DAIŞ dê têk naçe
    Pisporê rûsî: ‘Erdogan peyama aştiyê da Rûsyayê'
    Qesra Spî bersiv da Erdogan: ‘Obama li pişt gotinên xwe ye'
    Serokê Parlamentoya Ewropayê Erdogan şermezar kir
    Etîketan:
    ereb, tirkmen, PYD, DAIŞ, Verda Ozer, Tirkiye, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de