00:56 19 Tebax 2017
Zindî
    Sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê

    Azerbaycanê gef xwar: Emê êrişî paytexta Qerebaxê bikin!

    © REUTERS/ Vahram Baghdasaryan/Photolure
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 502 0 0

    Azerbaycanê gef li Ermenistanê xwar ku eger şer nede sekinandin dê êrişî paytexta herêma Qerebaxê bike.

    Navenda Nûçeyan — Ev çend roj in şerekî giran li herêma sînorî ya Qerebaxê di navbera hêzên Azerbaycan û Ermenistanê de derketiye û heta niha jî didome.

    Wezîrê Berevaniyê yê Azerbaycanê Zakir Hesenov ragihand, Azerbaycanê agirbesta yekalî ragihandibû lê Ermenistanê guh neda wê agirbestê û êrişî hêzên Azerbaycanê û deverên sivîl kir.

    Zakir Hesenov gef li Ermenistanê xwar û got, eger ew êrişên xwe nedin sekinandin emê êrişî paytexta herêma Qerebaxê bikin.

    Wezîrê Berevaniya Azerbaycanê her wiha da zanîn ku di heyama çend rojên borî de "bi sedan" leşkerên Ermenistanê hatine kuştin, gelek tank û topên wan hatine jinavbirin, tenê "16 leşkerên azerî" di şer de hatine kuştin.

    Navê paytexta Qerebaxê, Stepanakert (azerî jê re dibêjin Xankendi) e û nifûsa wê jî derdora 50 hezar kes e.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ermenistan: ‘Heke şer derkeve em ê serxwebûna Qerebaxê binasin'
    Ermenîstan: Di şerê Qerebaxê de tiliya tirkan heye!
    Etîketan:
    Êriş, Şer, paytext, Wezîrê Berevaniyê yê Azerbaycanê, Agirbest, Zakir Hesenov, ermenîstan, azerbeycan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de