02:10 21 Tebax 2017
Zindî
    Sînor

    DAIŞê êrişî qereqola sînor kir: Leşkerek birîndar bû

    © REUTERS/ Amir Cohen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 362 0 0

    Rêxistina terorîst a DAIŞê bi topan êrişî Qereqola Oguzeli ya sînor kir, di encamê de leşkerekî artêşa Tirkiyeyê birîndar bû.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistina terorîst a DAIŞê bi çekan êrişî Qereqola Oguzeli ya sînorê navçeya Elbeyliya Kilisê kir, di encamê de leşkerekî artêşa Tirkiyeyê birîndar bû.

    Qereqola Oguzeliya navçeya Elbeyliya sînorê Kilisê ku berê serpelekî artêşa Tirkiyeyê ji terefê DAIŞê ve hatibû kuştin şevê din dîsa rastî êrişa top û hawanên rêxistina terorîst a DAIŞê hat. Di encama êrişa topbarana DAIŞê de leşkerekî artêşa Tirkiyeyê birîndar bû.

    Şevê din li herêma Çobanbeya Helebê ku ev du sal in di destê rêxistina terorîst de ye, ji aliyê Sûriyeyê ve topek û du guleyan hawanê li herêma Qereqola Oguzeliya sînor ket. Di encama teqîna guleya topê de leşkerî artêşa Tirkiyeyê birîndar bû.

    Li gorî çavkaniyên ewlehî yên herêmê leşkere ku birin nexweşxaneyê li ser lingan derman kirin. Ji aliyê din ve li ser pêkhatina vê bûyerê li gorî qaîdeyên angajmanê artêşa Tirkiyeyê jî herêma ku top û hawan hatibû avêtin bombebaran kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li ser sînor şer: 2 leşker hatin kuştin
    9 terorîstên DAIŞê ku li sînor hatibûn binçavkirin, hatin girtin
    Rêxistina Efûyê: ‘Muhafizên sînor ên Tirkiyeyê pênaberên sûriyeyî dikujin'
    Li sînor êrişa çekdarî: Herî kêm 45 kuştî
    Hevpeymaniya Sûriyeyê deriye El Tenef ê sînor xistin kontrola xwe
    Etîketan:
    Qereqola sînor a Oguzeliyê, Artêşa Tirkiyeyê, DAIŞ, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de