08:03 24 Tebax 2017
Zindî
    Alaya YPG

    Heyeta Amerîkayê ku bi Tirkiyeyê re bazara Minbicê bike gihîşt Enqereyê

    AFP 2016/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Di van rojên ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) amadehiya rizgarkirina bajarokê Minbicê dike de, hat ragihandin heyeta Amerîkayê ku bi Tirkiyeyê re bazara Minbicê bike gihîşt Enqereyê.

    Enqere - Di van rojên ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) amadehiya rizgarkirina bajarokê Minbicê dike de, hat ragihandin heyeta Amerîkayê ku bi Tirkiyeyê re bazara Minbicê bike gihîşt Enqereyê. Armanca serdana heyeta Amerîkayê ev e ku bi formulekê hesasiyetên her du aliyan ber bi çav bigrin.

    Heyeta Tirkiyeyê ku di Zîrweya Ewlehî ya Nûkleerî de li Washîngtonê bûn û ji bo operasyonê du şert danîbûn pêşiya rayedarên amerîkî û li gorî agahiyan heyeta Amerîkayê van her du şertan wê bi rayedarên Tirkiyeyê re mizakere bikin.

    Li gorî nûçeya Ugur Erganê rojnameya Hurriyetê, YPG ji bo rizgarkirina bajarokê Minbicê amadehiyên operasyonê dike û heyeta Amerîkayê ku bi Tirkiyeyê re mizakereyan bike gihîşte Enqereyê. Di nava heyeta Amerîkayê de diplomat, berpirsên îstîxbaratî û leşkerî cih digrin.

    Ji aliyê din ve li gorî çavkaniyên leşkerî berî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan serdana Amerîkayê bike, YPG ji bo rizgarkirina Minbicê dest bi amadehiyên operasyonê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Raporteke amerîkî: Heta Erdogan hebe, DAIŞ dê têk naçe
    Pisporê rûsî: ‘Erdogan peyama aştiyê da Rûsyayê'
    Qesra Spî bersiv da Erdogan: ‘Obama li pişt gotinên xwe ye'
    Serokê Parlamentoya Ewropayê Erdogan şermezar kir
    Obama naveroka hevdîtina xwe û Erdogan eşkere kir
    Etîketan:
    Rayedarêb Enqereyê, Heyeta Amerîkayê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de