21:38 19 Tebax 2017
Zindî
    El Nûsra

    Terorîstan dîsa êrişî taxa kurdan kir! 14 kuştî 50 birîndar

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 362103

    Grûbên terorîstên dîsa bi dijwarî û bi topan erişî taxa Şêxmeqsûda Helebê kirin. Heta niha zarok jî di nav de 14 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.

    Heleb — Grûbên terorîstên dîsa bi dijwarî û bi topan erişî taxa Şêxmeqsûda Helebê kirin. Heta niha zarok jî di nav de 14 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn. Her wiha tê gotin ku gelek kes jî di bin enqazan de asê mane.

    Hat ragihandin ku grûbên terorîstên dîsa bi dijwarî û bi top û hawanan erişî taxa Şêxmeqsûda Helebê kirin. Heta niha hinek zarok jî di nav de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 50 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî zanyariyên berdest, ji ber topbaranê gelek xelkê sivîl di bin enqazan de asê mane.

    Li gorî nûçegihanê ajansa ANHAyê ku ji taxê ragihand, terorîstên Koalîsyona Sûriyeyê ji serê vê sibehê ve, bê navber taxa Şexmeqsûd bi dijwarî topbaran dikin. Di encama topbarana ku heya niha jî didome, zarok jî di nav de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 50 kesên din jî birîndar bûn. Li gorî zanyariyên berdest rewşa hinek birîndaran giran e û ji ber topbaranê gelek sivîl jî di bin enqazan de asê mane.

    Bi heman mijarî:

    Bi wêneyan beriya şer û piştî şer ‘Heleb'
    Bîlgen: Tu ferqa Cizîrê ji Heleb û Xezzeyê nemaye
    DAIŞ û El Nûsrayê li Heleb û Efrînê 37 sivîl kuştin
    Artêşa Sûriyeyê rêya navbera Heleb û Hemayê bi dest xist
    2 serbazên din ên artêşa Îranê li Helebê hatin kuştin
    Etîketan:
    Grûbên Terorîst, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Ehrar El Şam, Cebhet El Nûsra, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de