20:31 24 Gulan 2018
    DAIŞ

    'Di nava DAIŞê de ji 100î zêdetir kurdên Kurdistana Îranê hene'

    © Foto : Youtube
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Di rojên borî de ciwanekî kurd yê ji Kurdistana Îranê yê endamê DAIŞê serê pêşmergeyekî jêkir. Li ser vê yekê pirsa hejmara kurdên Kurdistana Îranê yên di nava DAIŞê de hate kirin.

    Navenda nûçeyan — Di nava koma terorîst ya DAIŞê wekî ji hemû gelê cîhanê mixabin endamên wan yên kurd jî hene. Pêşmergeyê Partiya Azadiya Kurdistana Rojhilat (PAK) Hisên Yezdanpena  li ser pirsa hejmara kurdên Kurdistana Îranê yên di nava DAIŞê de axivî û diyar kir ku ji 100î zêdetir kes hene.

    Fermandarê Kerkuka Başûr ya Pêşmergeyên PAKê Hisên Yezdanpena li ser ciwanên kurd yê ku pêşmergeyî şehîd kir got: ‘Bavê ew terorîstê ku pêşmergeyê me şehid kir,  kurd e. Hejmara kesên ji Kurdistana Îranê yên ku beşdarî DAIşê dibin zêde ye. Ev yek planeke  dewleta Îranê ya li ser gelê kurd e. Dewlet wan dişîne nava DAIŞê.'

    Yezdanpa diyar kir ku endamên DAIŞê yên kurd sînorên navneteweyî derbas dikin û got: ‘Pêşmergeyê me bi destê kurdekî hate şehîd kirin. Di vê yekê de peyamek mezin heye. Ev yek ji bo aliyên siyasî re peyameke girîng e.'

    Hêjayê gotinê ye ku navenda koma terorîst ya DAIŞê Îraq û Sûriyeye lê ji gelemperê dewletên cîhanê milet tevlî wan dibin.

    Bi heman mijarî:

    Raporteke amerîkî: Heta Erdogan hebe, DAIŞ dê têk naçe
    DAIŞ bi alaya Kurdistanê êrîş dike
    Dibe DAIŞ dest bi êrişa nûkleerî bike
    DAIŞ, li ser sînorê Tirkiyeyê qaçaxiya berhemên dîrokî dikir
    Pisporên amerîkî: ‘DAIŞ ji ber polîtîkayên Amerîkayê derkete holê'
    Fermandera jin ya pêşmerge: 'DAIŞ ditirse bi me re şer bike'
    Etîketan:
    serjêkirin, terorîstên daişê, êriş, pak, daiş, Hisên Yezdanpena, kurdistana rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de