14:49 24 Çile 2018
Zindî
    Dogû Perinçek

    Perinçek:'Hedefa Barzaniyan piştî Rojava, Amed e'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Giştî yê Partiya Welat (VP) Dogu Perinçek ragihand ku Amerîka ji bo rêxistina PKKê dibêje hêza min a bejayî, hedefa Barzaniyan jî piştî perçekirina Sûriyeyê wê çav berdin Amedê.

    Antalya - Serokê Giştî yê Partiya Welat (VP) Dogu Perinçek di kongreya partiya xwe ya bajarê Antalyayê de ragihand ku Amerîka ji bo rêxistina PKKê dibêje hêza min a bejayî, hedefa Barzaniyan jî piştî perçekirina Sûriyeyê wê çav berdin Amedê.

    Amerîka nahêle PKK çekan deyne

    Dogu Perinçek di axaftina xwe de got: ‘Tirkiye li hemberî PKKê şerekî dijwar didomîne û dê ji vî şerî bi awayekî serkeftî derkeve. Amerîka û Îsraîl naxwaze PKK çekên xwe deyne, lewra Amerîka ji bo PKKê dibêje hêza min a bejayî.'

    Dixwazin Kurdistanê ava bikin

    Perinçek di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Hêza çekdar a Amerîka çû Iraq perçe kir û li bakurê wê dewletokek ava kir. Niha jî Barzanî dixwazin Sûriyeyê perçe bikin, ji wir xetekê hetanî Deryaya Spî ava bikin, paşî jî çav berdin Amedê û Kurdistanekê ava bikin. Di xwazin Îsraîleke din ava bikin. Lê kurd dê vê planê qebûl nekin.'

    Bi heman mijarî:

    Perinçek: 'Çi bextewar im ku li bajarên kurdan operasyonên paqijiyê dibînim'
    Perinçek: ‘Ji bo kuştina 60 kurdên Cizîrê pir kêfxweş im’
    Tirkiye gundên Şehbayê topbaran dike!
    Sarkîsyan: ‘Bila Tirkiye ji mijara çareseriya Qerebaxê dur bisekine'
    Tirkiye ji bajarê Kilisê li çeperên DAIŞê dide
    Etîketan:
    Artêşa Amerîkayê, PKK, Partiya Welat (VP), Dogu Perinçek, Antalya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de