04:42 19 Çile 2018
Zindî
    ermenîstan

    Ermenistan: ‘Heke şer derkeve em ê serxwebûna Qerebaxê binasin'

    © AFP 2018/ KAREN MINASYAN / AFP
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Ermenîstanê Serj Sarkîsyan ragihand ku em dixwazin şer û pevçûnên Ermenîstan û Azerbeycanê bi dawî bibe, heke şer derkeve em ê serxwebûna Qerebaxê binasin.

    Yerîwan — Serokê Dewleta Ermenîstanê Serj Sarkîsyan bi nûnerên dewletên endamên Rêxistina Hevlkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGİT) re hat cem hev û ragihand ku em dixwazin şer û pevçûnên Ermenîstan û Azerbeycanê bi dawî bibe, heke şer derkeve em ê serxwebûna Qerebaxê binasin.

    Agirbesta yekalî ne cihê axaftinê ye

    Sarkîsyan di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Li herêma Qerebaxê agirbesta yekalî ne cihê gotinê ye. Agirbesta ku di sala 1994an de hatiye îmzekirin hê jî di meriyetê de ye, heke Azerbeycan bixwaze helwesta xwe ya erênî bide nişandan, bila berpirsyariyên xwe yên navneteweyî bi cih bîne û li gorî rihê peymanê tevbigere.'

    Divê Azerbeycan bi Qerebaxê re rûnê masê

    Serokê Ermenîstanê di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Qerebax alîgirê peymana 1994an e û divê Azerbeycan bi Qerebaxê re rûnê masê. Azerbeycan biecibîne û neecibîne jî divê bi Qerebaxê re rasterast dest bi mizakerayan bike. Divê her îxlala agirbestê bi awayekî berfireh were lêkolînkirin.'

    Bi heman mijarî:

    Ermenîstan: Di şerê Qerebaxê de tiliya tirkan heye!
    Azerbaycanê agirbest ragihand û Ermenîstanê jî bersivda!
    Li sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê şer: Herî kêm 10 kuştî
    Ermenîstanê ji bo Qerebaxê Tirkiye hişyar kir
    Qerebax: ‘Em jî wekî Kurdistanê daxwaza serxwebûnê dikin'
    Etîketan:
    Rêxistina Hevlkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGİT), Serokatiya Dewleta Ermenîstanê, Serj Sarkîsyan, Ermenîstan, Azerbeycan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de