10:35 24 Çile 2018
Zindî
    Daxuyaniya hiqûqnasên Qamişloyê

    Hiqûqnasên Kantona Cizîrê li dijî Tirkiyeyê bangî civaka navdewletî kir

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hiqûqnasên Kantona Cizîrê bangî civaka navdewletî kir ku li dijî destwerdana Tirkiyeyê di rojavayê de, fişarê li Tirkiyeyê bikin.

    Qamişlo - Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê, Komîteya Hiqûqnasên Demokraîtk a Rojava, Meclîsa Dadê ya Kantona Cizîrê û Rêxistna Mafê Mirovan a Qamişlo û Hesekê daxuyaniyek belav kir û tê de êrîşên dewleta tirk li ser Rojavayê şermezar kirin.

    Endamê Dadgeha Gel a Qamişlo Bilind Elî li ber dadgeha gel a Qamişloyê daxuyanî xwend û destwerdana Tirkiyeyê di Rojava û Sûriyeyê de û piştgiriya wê ji DAIŞê re şermezar kirin.

    Herwiha Bilind Elî derbasbûna terorîstên DAIŞê ji Tirkiyeyê bo Sûriyeyê bi bîr anî û got: "piştgiriya Tirkiyê ya bi terorîstên DAIŞê re, tê wateya binpêkirina zagonên navdewletî û Tirkiyeyê agirbesta li Sûriyê bin pê kiriye û bi topbaranên wê sivîlan jiyana xwe ji dest daye."

    Elî ji civaka navdewletî xwest ku fişarê li hikûmeta Erdoganî bikin da ku dawî li binpêkirinên xwe yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bînin.

    Elî di dawiya daxuyaniyê de ji Mistturayî jî xwest ku kurd jî beşdarî Cenevreyê bibin.

    Bi heman mijarî:

    Pisporê rûsî: ‘Erdogan peyama aştiyê da Rûsyayê'
    Qesra Spî bersiv da Erdogan: ‘Obama li pişt gotinên xwe ye'
    Serokê Parlamentoya Ewropayê Erdogan şermezar kir
    Obama naveroka hevdîtina xwe û Erdogan eşkere kir
    Bi bahaneya 'heqareta li Erdogan' 2 mamoste hatin girtin!
    Etîketan:
    binpêkirin, DAIŞ, Rêxistna Mafê Mirovan a Qamişloyê, Meclîsa Dadê ya Kantona Cizîrê, Komîteya Hiqûqnasên Demokraîtk a Rojava, Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê, Bilind Elî, Sûriye, Rojava, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de