18:12 17 Çile 2018
Zindî
    Mehmet Ocalan

    Mehmet Ocalan: Qedexekirina pîrozkirina rojbûna Ocalan, li dijî demokrasiyê ye!

    © Foto: Objektif Haber
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan li dijî qedexekirina rêûresimên pîrozkirina rojbûna Ocalanî nerazîbûn xwe nîşan da û got, ev li dijî demokrasiyê ye.

    Ruha - Birayê Ocalan got ku dora gundê Amarayê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin û got: "ma qey şer dê li Amarayê çêbibe! Dewletê ew der tijî polîs, tîmên taybet û kiriye".

    Mihemed Ocalan diyar kir ku pîrozkirina roja jidayîkbûnê, mafekî demokratîk ê her mirovî ye loma qedexekirina pîrozbahiyê, li dijî demokrasiyê ye.

    Birayê Ocalan, Mihemed Ocalan nerazîbûna xwe li dijî qedexekirina pîrozbahiyên rojbûna birayê xwe nîşan da û got: "Qedexekirina pîrozkirina rojbûna Ocalan, tiştekî reş e!"

    Wek tê zanîn Abdullah Ocalan 4 Nîsana 1949 li gundê Amarayê yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê hatiye dinê û her 4ê Nîsanê, rojbûna wî li heman gundî tê pîrozkirin lê dewletê îsal pîrozbahî qedexe kiriye."

    Bi heman mijarî:

    Bi dehan kes ji ber pîrozkirina rojbûna Ocalan hatin binçavkirin
    Xwişka Ocalan: “Em nizanin Ocalan hiştine yan kuştine”
    Malbata Ocalan bangî gel kir: werin Amarayê!
    Ocalan navê wezîre ku pêre hivdîtin pêk aniye eşkere kir
    Parlamentera HDPê: ‘Heke Ocalan dijî çima kesek nikare bibîne?'
    Daxwaza 230 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
    Etîketan:
    Polîs, Tîmên Taybet, Mihemed Ocalan, ocalan, Xelfetî, Amara
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de