14:51 26 Gulan 2018
Alparslan Çelîk

Îadekirina Alparslan Çelik ji bo Rûsyayê îhtîmaleke kêm e

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihadin ku îadekirina Alparslan Çelikê ku îdia kiribû pîlotê balafira rûsî Oleg Peşkov ku balafir ji terefê Tirkiyeyê ve li sînorê Sûriyeyê hatibu xistin kuştiye ji bo Rûsyayê îhtîmaleke gelekî kêm e.

Navenda Nûçeyan — Hat ragihadin ku îadekirina Alparslan Çelikê ku îdia kiribû pîlotê balafira rûsî Oleg Peşkov ku balafir ji terefê Tirkiyeyê ve li sînorê Sûriyeyê hatibu xistin kuştiye ji bo Rûsyayê îhtîmaleke gelekî kêm e.

Çavkaniyekî ji derdora hiqûqnasên Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku heke Rûsya daxwaza îadekirina Öelik bike îhtîmaleke mezin Tirkiye wê red bike.

Her wiha çavkaniyekî din di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: ‘Alparslan Çelikê ku duhî ji terefê dadgehê ve hat girtin, ne ji bo sûcdariya pîlotê rûsî Oleg Peşkov e û girêdana wê pê ve tuneye.

Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Dibe di rojên pêş de ji bo mijara kuştina pîlotê rûsî jî were sûcdarkirin û îhtîmala vê heye. Di her du rewşan de jî Tirkiye wê hemwelatiyê xwe darizîne.'

Bi heman mijarî:

Dozger wê pirsa kuştina pîlotê rûsî ji Alparslan Çelik bike
Binçavkirina Alparslan Çelik ne ji bo kuştina pîlotê rûsî ye
Kujerê pîlotê rûsî Alparslan Çelik hat binçavkirin
Çelik AKP rexne kir û got: ‘Rewşa derbekerên 12ê Îlonê kirin li holê ye'
Ji KCKê derbarê Arinç, Çelik û Gul de daxuyanî
Etîketan:
Kujerê pîlotê rûsî, Oleg Peşkov, Alparslan Çelik, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de