22:37 27 Gulan 2018
Leşkerên Îranê

Artêşa Îranê komandoyên xwe şandin Sûriyeyê

© AP Photo / Ebrahim Noroozi
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku artêşa Îranê hêzeke komandoyên taybet ji bo şêwirmendiyê şand Sûriyeyê.

Tehran — Cîgirê Fermandarê hêza kordînasyona Hêza Bejayî ya Îranê Emir Elî Araste di daxuyaniya xwe ya ajansa Tasnîmê de ragihand ku hêzeke komandoyên taybet ku bi tuxaya 65emîn ve girêdayî ji bo şewirmendiya leşkerên sûrî bikin şandin Sûriyeyê.

Hêza bejayî ya Îranê li Sûriyeyê tuneye

Emir Elî Araste di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Şandina van komandoyên hêza taybet li gorî peymana navbera Îran û Sûriyeyê ku berê hatibû kirin hatin rêkirin. Her wiha hêza bejayî ya Îranê li Sûriyeyê tuneye.'

Li gorî çapemeniya Îranê şêwirmendên îranî, ji bo şerê dijî rêxistinên terorîst ya El Nûsra û DAIŞê wê şêwirmendiya artêşa Sûriyeyê bikin.

Her wiha berê çend caran kuştina general û pisporên leşkerî yên Îranê ku li Sûriyeyê hatibûn kuştin ketibû çapemenî û ajansan.

Bi heman mijarî:

Îran: '3 topên hewanê ketin nav axa me'
Îran: ‘Barzanî eşkere serxwebûnê dixwaze û 32 dewlet jî piştgiriyê didinê'
Îran: 'Kurdistan bila petrola xwe ji axa me ve derbasî bazarên cihanê bike
Amerîka: ‘Heke Îran peymana atomî îxlal bike em ê têkevin hereketê'
Îran: ‘Encama hilbijartinê di berjewendiya kurdan de ye’
Etîketan:
DAIŞ, El Nûsra, Fermandarê hêza kordînasyona Hêza Bejayî ya Îranê, Emir Elî Araste, Sûriye, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de