16:51 22 Gulan 2018
    Komên çekdar

    Tirkiya dê 2 hezar û 400 çekdarên li Sûriyayê perwerde bike

    © REUTERS / Mohamad Bayoush
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan ragehand ku, wan lîsteyek ji 1800 kesên ku ji muxalefeta Sûriyayê û ligel 600 tikmenan ji bo perwerdekirina leşkerî amade kirine û radestî Amerîkayê kirine.

    Navenda Nûçeyan — Derbarê vê mijarê de Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan di civînekê rojnamevanan ya li qonsilxaneya welatê xwe ya li Amerîkayê wiha gotibû: ‘Me lîsteyek ku ji 1800 kes ji muxalefeta Sûriyayê û ligel 600 kesên tirkmen ji bo perwerdekirina leşkerî, me radestî Amerîkayê kiriye.'

    Ji aliyê din ve berdevkê ragehandina Artêşa Azad Ûsama Ebo Zêd ji rojnameya El-Şerq El-Ewsed re diyar kir ku ew û çend komên çekdar yê bi ser Artêşa Azad ve wekî Cebhe El-Şamiyê, Ceyş El-Nesir, firqeya 13ê, Firqeya Bakur û çend komên din ji bo perwerdekirina dewleta tirk amadene.

    Erdogan eşkere kir ku, Amerîkayê soz daya wan, ku ew rê nedin Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li Sûriyayê herêmeke kurdan ava bikin.

    Erdogan di daxuyaniya xwe de teqez kir ku, eger Amerîka rê li ber PYDê negre ew dê bi alavên xwe rê li pêşiya wan bigrin.

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina Mihraç Ural daxuyanî da: ‘Pêwendiya me qût bû'
    Keştiyên şer ên Tirkiyayê çûn peravê Ukraynayê
    Bi dehan kes ji ber pîrozkirina rojbûna Ocalan hatin binçavkirin
    Pisporê rûsî: ‘Erdogan peyama aştiyê da Rûsyayê'
    FLAŞ ÎDIA - Bi hezaran tîmên taybet li dijî qirkirina kurdan îsîtfa kir
    Etîketan:
    ava kirin, komên muxalîf, herêma kurdan, perwerde, Komên çekdar, daxuyanî, YPG, Serokomariya Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiya, Sûriya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de