13:58 25 Nîsan 2018
    Şêxmeqsûd êriş - komên terorîst- topbaran

    Tirkiye gundên Şehbayê topbaran dike!

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Zilma dewleta tirk ya li ser Rojava û kurdan naqede. Hêzên tirk dîsa gundên herêma Şehbayê topbaran kir û hate ragihandin ku kuştî û brîndar hene.

    Efrîn —  Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê ev 5 roj in ku gundên herêmên Şehbayê yên nêzî sînorê Tirkiyeyê û rojhilatê Ezazê ji aliyê dewleta tirk ve têne topbarankirin. Hate ragihandin ku di encama topbaranê de bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndar ketin.

    Li gorî nûçeyê navên gundên ku têne topbarankirin wiha ne: Til Şiîr, Ceka, Dûdiyan, Qeregoz, Toqilî, Mirîgil, Til Betala bakur, Kemaliyam Kirdîş, Tat Himis, Ehmediya û Kemaliya.
    Çavkaniyan, destnîşan kirin ku ev topbaran bi armanca alîkarîdayîna komên Sultan Murad, Cebhet EL-Nusra, Ehrar El-Şam, Tugaya El-Hemza, Feylaq El-Şam, Ceyiş El-Mucahidîn, El-Cebha El-Şamiya û tabûrên El-Sefiwa pêk tê.

    Çavkaniyan gotin ku çend malbatên kurdan di bin gefa komên çete de ji herêmê koçber bûn û derketin.

    Hêjayê gotinê ye ku hêzên tirk di 31ê Adarê de gundê Til Şiîr yê li rojhilatê Ezazê topbaran kiribûn û di encamê de 6 kesên ku 5 ji wan ji heman malbatê (Ehmed Qere Hesen, hevsera wî Edla û 3 zarokên wa) ne, hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

    Bi heman mijarî:

    Li Rojava encûmena leşkerî ya Minbicê hat damezrandin
    Rojava yekemîn ofîsa xwe li Ewropayê vedike
    Washîngton: ‘Rojeva Amerîka û Tirkiyeyê dê PYD û xweseriya Rojava be'
    Dewleta tirk li ser sînorê Rojava diwaran lê dike!
    ROJAVA - Kurdan sîstema federasyonê îlan kir
    Etîketan:
    tugaya sultan selîm, gule baran, zilma dewleta tirk, hêzên tirk, bombebaran, rojava, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de