16:50 22 Gulan 2018
    Mihraç Ural

    Rêxistina Mihraç Ural daxuyanî da: ‘Pêwendiya me qût bû'

    © Foto : Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Muqaweme El Sûriye ku Serokê wê Mihraç Uralê ku wekî berpirsê teqîna Reyhanliya Hatayê tê zanîn, derbarê kuştina Ural de daxuyaniyek weşand.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistina Muqaweme El Sûriye ku Serokê wê Mihraç Uralê ku wekî berpirsê teqîna Reyhanliya Hatayê tê zanîn, derbarê kuştina Ural de daxuyaniyek weşand. Rêxistinê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji 27ê Adarê ve pêwendî bi Mihraç Ural re nehatiye danîn û em nizanin kuştiye an jî sax e.

    Rêxistina Muqaweme El Sûriye duhî derbarê kuştina Mihraç Ural de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ji 27ê Adarê ve têkilî pê re hatiye birîn. Rêxisatinê di daxuyaniya xwe de got: 'Hemû kanalên pêwendiyê yên bi Mihraç Ural hatin girtin, lê derheqê kuştina wî de tu agahiyên me serastkirî tunene, her wiha dê êrişên me jî bidomin.'

    El Cezîra Erebî di 29ê Adarê di nûçeya xwe de ku spartibû nûnerekî Ehrar uş-Şamê kuştina Mihraç Ural diyar kiribû. Ji aliyê din ve Ajansa Anadoluyê jî nûçeya xwe sparte çavkaniyên îstîxbaratî û ragihandibû ku Ural hat kuştin û li bajarê Lezqiyeyê hat binaxkirin.

    Bi heman mijarî:

    FLAŞ/ÎDIA - Mihraç Ural hat kuştin
    Bogdanov: ‘Divê kurd bizanin ku Sûriye nayê perçekirin'
    ​Davutoglu: Em ê nehêlin Iraq û Sûriye perçe bibin
    Sûriye: Em li dijî federalîzmê ne!
    Li sînorê Sûriye û Tirkiyeyê NHB ket
    Etîketan:
    Ehrar uş-Şam, Rêxistina Muqaweme El Sûriye, Mihraç Ural, Lezqiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de