20:32 24 Gulan 2018
    Abdullah Ocalan

    Bi dehan kes ji ber pîrozkirina rojbûna Ocalan hatin binçavkirin

    © AFP 2018 / RAMZI HAIDAR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bi sedan kesên ku ji bo rojbûna rêberê PKKê Abdullah Ocalan pîrozbikin berê xwe dabûn navçeya Helfetî ya bajarê Rihayê, ji ber ku pîrozkirina rojbûna Oacalan ji aliyê dewleta Tirkiyayê ve hate qedexekirin, kesên xwestin biçin Halfetiyê hatin binçavkirin.

    Riha — Hate ragihandin ku bi hezaran kes ji bajarên kurdan ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan berê xwe dan gundê Amarayê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê, lê ji ber qedexeya pîrozkirinê ya rojbûna Ocalan, hêzên ewlekariya Tirkiyayê kesên ku dixwazin biçin Amarayê nehiştin û gelek kesan binçav kirin.

    Hate diyarkirin ku derdora 80 kesên ku dixwestin derbasî Xelfetiyê bibin, hatin girtin, tenê çend parlamenterên HDPê û rayedarên KCDê derbasî gundê Amara bûne û tê pêşbînîkirin ku bi awayekî sembolîk rojbûna Ocalan pîroz bikin.

    Herwiha hate zanîn ku, dora Xeleftî û gundê Amarayê hatiye girtin û îro tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin, otomobîlên ku pilakaya wan ne ya Rihayê be nikarin biçin bajarê Rihayê bibin.

    Bi heman mijarî:

    Peywireke nû ji bo Duran Kalkan
    Li Iraqê çend erişen xwekujî: Herî kêm 20 kuştî
    3 leşkerên artêşa Azerbeycanê hatin kuştin
    Ji îstîxbaratê hişyariya êrişa xwekujî
    Balafirên şer ên hêza hevpeyman konsulxaneya Tirkiyeyê bombebaran kirin
    Etîketan:
    hezên ewlekariyê, binçavkirin, qedexe, pîrozkirin, Rojbûn, Abdulah Ocalan, Amara, Riha, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de