02:38 18 Çile 2018
Zindî
    Polês - şer- pevçûn - qedexe- operasyon - çalakî

    FLAŞ ÎDIA - Bi hezaran tîmên taybet li dijî qirkirina kurdan îsîtfa kir

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat îdiakirin ku di şerê li bajarên kurdan diqewime, heta niha nêzîk 100 endamên tîmê taybet hatine kuştin û 400ên dî birîndar bûne û ji ber wê 1000 polîsî daxwaznameya destberdana ji karî daye.

    Navenda nûçeyan — Li gorî nûçeya rojnameya Sozluyê ya tirkan, nêzîkî 1000 polîsê tîmên taybet ên xwebexş, daxwazname pêşkêş kiriye û tê de xwestiye ku dest ji karî berde û biçe xizmeta giştî. Sedema vê daxwazê jî wek sedemên "malbatî" nîşan dane lê belê daxwaznameyên wan nehatine pejirandin. Lê tê îdiakirin ku ev tîmên taybet naxwazin li bajarên kurdan şer bikin.

    Herwiha nûçe eşkere dike ku ji bo çareserkirina krîza îstîfayê ya, ku li Cizîr, Silopya û Hezexê derket, birêveberê giştî yê ewlekariyê Celalettin Lekesiz bi xwe dest di krîzê de werdaye û talîmat şandine.

    Talîmatên Lekesizî wiha hatine diyarkirin: "Ji ber ku destberdana ji karî yan jî guhertina cihê karî, dê operasyonên li herêmê niha lidar û çalak qels bikin, ew ê bersivên erênî bo wan daxwaznameyan neyên dayîn."

    Wek tê zanîn berî niha îdia hebûn ku bi sedan paredarên dewletê naxwazin beşdarî operasyonên dewletê li bajarê kurdan bibin û herwiha çawîşekî jî xwe li Nisêbînê kuştibû.

    Bi heman mijarî:

    YPSê: Li Nisêbînê 3 tîmên taybet hatin kuştin
    FLAŞ ÎDIA - Tîmên taybet li dijî qirkirina kurdan, yan xwe dikujin an jî îstîfa dikin
    Li şerê Şirnexê de 4 tîmên taybet hatin kuştin!
    Li Şirnexê di şerê dijwar de 10 tîmên taybet hatine kuştin
    Li navçeya Nisêbînê Yek jê serpêl 2 tîmên taybet hatin kuştin
    Etîketan:
    Polîs, kurd, Celalettin Lekesiz, Silopya, Cizîr, Hezex, Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de