22:37 27 Gulan 2018
teqîn - êrişa xwekuj

Li Iraqê çend erişen xwekujî: Herî kêm 20 kuştî

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di çend êrişên xwekujî yên bajarên Iraqê herî kêm 20 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan — Di çend êrişên xwekujî yên bajarên Iraqê herî kêm 20 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku di êrişên xwekujî yên bajarê Bexdayê û bakurê welat de ku hêzên ewlehî hedef hatin girtin, herî kêm 20 kes hatin kuştin û 45 kes jî birîndar bûn.

Êrişa xwekujî ya pêşî li bakurê Bexdayê li dijî nuqteya kontrola hêzên ewlehî pêk hat, her wiha êrişkeran heza paramîlîter a alîgirê hikumetê û resturandek hedef girtin.

Êrişa xwekujî DAIŞê girte ser xwe

Li gorî pêşbîniyan dibe êrişên xwekujî rêxistina terorîst a DAIŞê ku her diçe li derdora Bexdayê hêza xwe winda dike pêk anîbe. Her wiha hat ragihandin ku êrişên xwekujî yên bajarê Bexdayê rêxistina terorîst a DAIŞê girte ser xwe.

 

Bi heman mijarî:

Li paytextê teqîn: 3 kuştî 4 birîndar
Li paytextê êrişa xwekujî: Kuşti û birîndar hene
Li paytextê êrişa ezmanî: 119 kuştî 47 birîndar!
Li paytextê êriş: Kuştî û birîndar hene!
Li paytextê 2 teqîn: 70 kuştî 100 birîndar!
Etîketan:
Hêzên Paramîlîter, DAIŞ, Êrişên xwekujî, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de