14:52 26 Gulan 2018
Ebû Fîras El Sûrî

Serokê Cebhet el Nûsrayê li Sûriyeyê hat kuştin

© Foto : Rudaw
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Sûriyeyê, yek ji serokên rêxistina cihadist a radîkal bi navê Cebhet el Nûsra, ku wekî baskê El Qaîdê li Sûriyeyê tê nasîn, hat kuştin.

Navenda Nûçeyan — Rêxistina Mafên Mirov a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê duhî li gundê Kefer Calis li nêzîkî bajarê İdlîbê yê Sûriyeyê, li çekdarên Cebhet el Nusrayê dan.

Li gorî agahiyên wê saziyê, di encama wê êrişê de zêdetirî 20 milîtanên wê rêxistina radîkal hatin kuştin ku di nav wan de mezinekî rêxistinê bi navê Ebû Fîras El Sûrî jî heye.

​Tê gotin ku ew mezinê Cebhet el Nusrayê, yek ji rayedarên El Qaîdê li Afxanistanê bûye û yekser pêwendiyên wî bi serokê El Qaîdê Osame bin Ladin re hebûye.

Rêxistina Cebhet el Nusra, piştî DAIŞê duyemîn rêxistina radîkal li Sûriyeyê ye.

Bi heman mijarî:

Cebhet El Nûsra; balafirgeh bi tevî balafiran bi dest xist
Cebhet el Nusra: Em dixwazin Şamê bigirin
YPG: Cebhet El-Nusra gefan li kurdan dixwe
Terorîstên cihadîst teqemeniyên xwe ji Tirkiyeyê peyde dikin
Rêxistina cihadîst piştgirî da Erebîstana Siûdî
Etîketan:
Rêxistina Mafên Mirov a Sûriyeyê, Cebhet el Nusra, El Qaîde, Usame bin Ladin, Ebû Fîras El Sûrî, İdlîb, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de