14:48 26 Gulan 2018
Balafir

Balafirên şer ên hêza hevpeyman konsulxaneya Tirkiyeyê bombebaran kirin

© Foto: AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Balafirên şer ên hêzên hevpeyman, avahiya Konsulxaneya Tirkiyê ya bajarê Mûsilê bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan — Wezareta Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku berbanga sibeha îro (4 Nîsanê) saet 03:00, balafirên şer ên hêzên hevpeyman li avahiya Konsulxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê, ku komek mezin û çekdarên DAIŞê tê de bûn, bombebaran kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku beriya êrişê, welatên hevpeyman agahî dane Tirkiyê û piştî erêkirina Enqerê, êriş pêk hatiye.

​Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve, Tirkiye ji destpêka şerê DAIŞê ve heta niha bi hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê re hevkariyê dike û dê li ser vê yekê jî berdewam be.

Bajarê Mûsilê, havîna 2014an ket destê DAIŞê. Piştî ku bajar hat girtin, çekdarên DAIŞê derbasî nav Konsulxaneya Tirkiyeyê bibûn û konsul û 48 karmendên konsulxanê girtibûn, lê piştî 4 mehan serbest berdabûn.

Bi heman mijarî:

Hêza hevpeyman baregeheke artêşa Sûriyeyê bombebaran kir
Siûdî hefteya pêş konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike
Libnan: 'Em dê li Hewlêrê konsulxaneya xwe vekin'
ALMANYA - Êrişî Konsulxaneya Tirkiyê kirin!
Pisporên amerîkî: ‘DAIŞ ji ber polîtîkayên Amerîkayê derkete holê'
Etîketan:
Êrişa Hêzên Hevpeyman, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, DAIŞ, Mûsil, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de