16:27 19 Sibat 2018
Zindî
    Aleksandr Prohorenko

    Ramboyê rûsî li Palmirayê jiyana xwe ji dest da

    © REUTERS/ Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Leşkerê hêza operasyona taybet a Rûsyayê Aleksandr Prohorenko li nêzî bajarê dîrokî yê Palmîrayê li bajarê Tedmurê dema wezîfeya xwe bi kar dianî jiyana xwe ji dest da.

    Navenda Nûçeyan — Leşkerê hêza operasyona taybet a Rûsyayê Aleksandr Prohorenko li nêzî bajarê dîrokî yê Palmîrayê li bajarê Tedmurê dema wezîfeya xwe li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê bi kar dianî jiyana xwe ji dest da.

    Kordînatên DAIŞê dida hêza hewayî

    Li gorî daxuyaniya baregeha rûsî ya li Hmeymîma Sûriyeyê di 24ê Adarê de hatiye dayîn, leşkere hêza operasyona taybet a Rûsyayê li nêzî bajarê Tedmurê dema wezîfeya xwe dikir jiyana xwe ji dest da. Leşkerê rûsî kordînatên çeper û baregehên rêxistina terorîst a DAIŞê didan balafirên şer ên Rûsyayê.

    Prohorenko, li bajarê Tedmurê kare îstîxbaratî li hemberî DAIŞê dikir û piştî fêhm kir ku rêxistina terorîst wî dorpêç kiriye, ji bo ku wî bikujin bangî Hêzên Hewayî yê Rûsyayê kir. Prohorenko di çapemeniya welatên rojavayî de wekî ‘Ramboyê rûsî' dihat nasîn.

    Hevsera wî ducanî ye

    Ji aliyê din ve li gorî rojnameya Komsomolskaya Pravdayê, Prohorenko ji gundê herêma Orenburgê û hevsera wî ducanî ye.

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: ‘Ji bo pêşeroja Esad, Rûsya û Amerîkayê li hev nekiriye'
    Kurdên Rojavayê hêvî dikin ku Rûsya alîkariya wan bike
    Rûsya: ‘Ji bo azadkirina Reqqayê em bi Amerîkayê hevdîtinan dikin'
    Di navbera Rûsya û Amerîkayê gengeşiya ‘atomî'
    Rûsya: '50 terorîst ji Tirkiyayê derbasî Helebê bûn'
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa Rûsyayê, Hêza Hewayî û Fezayî ya Rûsyayê, Aleksandr Prohorenko, Tedmur, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de