18:47 27 Gulan 2018
Jinên êzidî

Jinên iraqî ji birçîna DAIŞî dan ber keviran

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

10 jinên iraqî li bajarê Felûce yê Iraqê, ji ber birçîtiyê derketine kolanan. DAIŞê ava bişid avêt wan û wan jî kevir avêtin.

Felûce — Li bajarê Felûce yê 69 kîlometreyan ji Bexdayê dûr, 10 jin derketin kolanan û pankart rakirin. Li ser pankartan hatibû nivîsîn "Birçîtî me dikuje". Li gorî çavkaniyeke ji bajarî ji Spûtnîkê re ragihand "Van jinan bera dû cîhadiyan daye û wan xwest ku DAIŞ çareyekê ji xelayê re bibînin ku bûye sedema xwekuştina deh malbatan.

Li gorî agahiyên heman çavkaniyê, DAIŞê xwest ku wan jinan vegerîne lê ew neçûn û DAIŞî dane ber keviran, lewra "polîsên îslamî" hatin û ava bişid bera ser wan da.

Herwiha wek tê zanîn ku ji ber dorpêçê, derman û xwarin li bajarî gelekî kêm bûne û bi zehmetî peyda dibin.

Bi heman mijarî:

Pisporên amerîkî: ‘DAIŞ ji ber polîtîkayên Amerîkayê derkete holê'
Fermandera jin ya pêşmerge: 'DAIŞ ditirse bi me re şer bike'
Jetên rûsî li Palmîrayê li 8 fermangehên DAIŞ xist
Obama: ‘DAIŞ ji sedî 40ê Iraqê vekşiya'
Etîketan:
polîsên îslamî, DAIŞ, Felluce, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de