10:03 20 Çile 2018
Zindî
    Polês digel TOMAyê

    FLAŞ ÎDIA - Tîmên taybet li dijî qirkirina kurdan, yan xwe dikujin an jî îstîfa dikin

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat îdia kirin ku leşkerên dewletê û polîsên ku naxwazin li bajarê kurdan de şer bikin, yan îstîfa dikin yan jî xwe dikujin.

    Navenda Nûçeyan — Medyaya tirkî, berî du rojan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, nivîsîbû ku rewşa derûnî ya çawîşeke pispor ê jendirmeyan, bi navê Hakan Ş.(22) xerab bûbû û ji ber wê xwe kuştiye.

    Lê li gorî hinek îdîayan, sedema sereke ya xwekuştinê derketiye, ku Çawîşê pispor Hakan Ş nexwestiye ku li dijî hêzên kurdan şer bike û tev li komkujiyên ser kurdan bibe, lewra wî xwe kuştiye.

    Herwiha li gorî îdîayan, tê gotin ku çawîşê pispor Hakan Ş, xwestiye îsîtfa bike lê belê rayedarên dewletê îstîfaya wî nepejirandiye. Anku sedema bingehîn a xwekuştinê ew e ku nexwestiye tev li komkujiyên li dijî kurdan bibe.

    Ji aliyekî dî ve, piştî şerê ku li bajarên kurdan dest pê kiriye û li gorî agahiyên gihiştîne destê me, bi sedan payedarên dewletê nexwestiye ku beşdarî komkujiyan bibin û ji ber wê sedemêjî îstîfa kiriye û hîn jî hinek hene ku îstîfayên wan berdewam dikin.

    Herwiha vê mehê, 23 çawîşên pispor îstifa kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Li şerê Şirnexê de 4 tîmên taybet hatin kuştin!
    Li Şirnexê di şerê dijwar de 10 tîmên taybet hatine kuştin
    Li navçeya Nisêbînê Yek jê serpêl 2 tîmên taybet hatin kuştin
    ŞİRNEK - Şer û pevçûn: 4 tîmên taybet hatin kuştin
    Li Şirnexê şer: 3 tîmên taybet hatin kuştin
    Etîketan:
    kurd, leşker, Polês, Şer, Îstifa, Çawîşê pispor, Medyaya tirkî, jendirmeyan, Hakan Ş, Mêrdîn, Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de