07:47 23 Gulan 2018
    Artêşa Tîrkîye û YPG

    Amerîka rêya rojavayê Firatê li ber YPGê vedike

    © AP Photo / Lefteris Pitarakis
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku YPGê dest bi amadekariya xelaskirina Minbicê kir, balafirên Amerîkayê bombebaraneke tund li derdora navçeya Minbicê pêk anî.

    Minbic — Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxisitn, balafirên Amerîkayê, şevê dî gişî derdora Minbicê bombebaran kiriye.

    Li gorî çavkaniyan ku operasyonan pêr dest pê kiriye û heta roja bi dû de 25 caran hatiye bombekirin.

    Herwiha tê gotin ku ihtimal heye ku hêzên rejîmê jî amadekariya xwe dikin ku dest bi êrîşê bikin.

    Tê diyarkirin ku ev operasyon tên kirin ta ku rê li ber operasyona YPGê ya rojavayê Firatê bê vekirin. Wek tê zanîn YPGê amadekariya xelaskirina Minbic û Cerablusê dike.

    Herwiha tê texmînkirin ku hêzên kurd di demeke nêz de dest bi operasyona Minbicê bikin. Minbic 40 kîlometreyî ji Cerablusê dûr e.

    Herwiha çavkaniyên herêmî dibêjin ku PYDê pêwendî bi eşîrên ereb û tirkmen re daniye ta ku DAIŞê ji Minbicê derxînin lê belê eşîran xwe nedaye ber vê daxwazê.

    Bi heman mijarî:

    YPG nasnameyên 3 şervanên xwe eşkere kir
    Navbera YPG û DAIŞê de şer: 10 YPGyî jîyanên xwe ji dest dan!
    YPG: ‘Agirbest tê îxlalkirin, em di bin êrişê de ne'
    Li Şedadê teqîn: YPG: '5 şervanên me şehîd bûn'
    Ji wezareta tirk senaryoya duyem: Berpirsê êrişa Enqereyê PKK û YPG ye!
    Etîketan:
    bombebaran, cerablus, DAIŞ, firat, YPG, pyd, Rojava, Amerika, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de