08:55 23 Çile 2018
Zindî
    Cenaze

    9 cenazeyên neteşxîskirî hatin binaxkirin!

    © Foto: Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cenazeyên 9 welatiyên ku li Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn kuştin li Goristana Gel ya Mêrdînê hatin definkirin.

    Mêrdîn — Piştî derketina qedexeya derve ya li bajarê Şirnexê bi dehan welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin. Cenazeyên welatiyan li bajarên derdorê yên wekî Mêrdîn, Elazîz, Amed hwd. têne teşxîskirin.

    3 cenazeyên li Nexweşxaneya Dewlatê ya Mêrdînê û 6 cenazeyên Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê yên ku nahatin teşxîskirin li Mêrdînê hatin definkirin.

    Di merasîma definkirinê de Hevserokê Navenda Mêrdînê ya DBPê Omer Ocalan, rêveberên MEYA-DER û gelek kes amade bûn.

    Ji cenazeyan 9 kesan yên 2 ji wan jin, piştî wecîbeyên olî li cem hev hatin binxakirin.

    Bi heman mijarî:

    Şirnex - Fermandarek û 5 endamên YPS jiyana ji dest dane
    'Li Şirnex, Hezex û Sûrê 13 polês û leşker hatin kuştin'
    Şirnex - Tîmekî teybet hat kuştin
    YPS-Jin Şirnex hate damezrandin
    Roj tine ne ku li Cizîrê cenaze neyên definkirin
    6 cenaze hê jî li mizgeft û malan tên rawestandin
    Etîketan:
    goristan, mêrdîn, qoser, cenazeyên nediyar, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de