23:30 22 Nîsan 2018
    Binçavkirin

    Li Mêrsînê 2 xwendekar hatin binçavkirin

    © REUTERS / Suzanne Plunkett
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Mêrsînê xwendekarên ku xwestin operasyonên dewletê yên li ser bajarên kurdan protesto bikin, hatin binçavkirin.

    Binçavkirin
    © REUTERS / Suzanne Plunkett
    Mêrsîn — Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê li Qampûsa Zaningeha Mêrsînê ji aliyê hin xwendekaran ve standek hate vekirin. Ciwanên ku li standê hatin ba hev, xwestin ku operasyonên dewletê yên li ser bajarên kurdan

    protesto bikin. Stand bi dirûşmeya ‘Ne abluka û ne jî qedexe, wê berxwedan bi serkeve' hate vekirin û bê bûyer bi dawî bû. Jinên bi navê Yelda Ozturk û Hasret Mensure Vurucu piştî çalakiyê xwestin ku standê berhev bikin. Lê her du jin ji

    aliyê polêsan ve hatin binçavkirin.

    Hate ragihandin ku herdu jinên hatin binçavkirin ji bo jêpirsînê birin Miduriyeta Ewlehiyê ya Mêrsînê.

    Bi heman mijarî:

    Li Spanyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 14 xwendekar mirin
    Li Zanîngeha Înonuyê 41 xwendekar hatin binçavkirin
    Li Geliyê Doskî aşît: 19 xwendekar dorgirtî mane
    Tîmên taybet avêtin ser Zanîngeha Colemêrgê: 13 xwendekar hatin binçavkirin
    Etîketan:
    zanîngeha mêrsîn, mêrsîn, binçavkirinên sîyasî, xwendekar, Hasret Mensure, Yelda Ozturk, turkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de