19:00 22 Çile 2018
Zindî
    Endamê rêveberiya PKKê Murad Karayilan

    Karayilan:'Erdogan li hemberî gerîlayê Kurdistanê bi ser nakeve'

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Endamê Komîteya Rêvebir a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murad Karayilan got: 'Erdogan jî dizane li hemberî gerîlayê Kurdistanê bi ser nakeve.'

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ANFê, Endamê Komîteya Rêvebir a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murad Karayilan ragihand ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî dizane li hemberî gerîlayê Kurdistanê bi ser nakeve.

    PKK gihîşte milyonan

    Murad Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de behsa dîroka tekoşîna PKKê ya 15ê Tebaxa 1984an kir û got: "Serokomarê wê demê Kenan Evren jî gotibû, 'yên ku ev bûyer pêk anîne, têkevin bine kîjan kevirî û xwe di kîjan qulê de jî veşerin leşkerên me di nava 72 saetan de wê biguhê wan bigre û derxîne pêşberî dadgehê.' lê 32 sal bi ser ve derbasbûn. Ew meşa ku komeke biçuk kiribû îro gihîşte bi 10 hezaran gerîla û bi milyonan însanan."

    Karayilan di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Di vê pêvajoya şerî de polîtîkayên înkar, asîmîle û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê winda kir. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî dizane li hemberî mêranî û berxwedana gerîlayê Kurdistanê nikare bi ser keve. Lê, ji bo desthilatiya xwe bidomîne çareye di şerê dijî tevgera me de dibîne.'

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê tirk: ‘PKK û YPG wek hev in, tu cudahiya wan nîne'
    ROJAVA - Ji bo çareserkirina pirsgirêkên kurdan, bang li Barzanî û PKK hat kirin
    PKK: Êrişên li dijî xeta petrolê ji aliyê MÎTê ve hatine kirin
    Tirkiya bi ser PKK re dijminatiya kurdan dike
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê PKK û KCK hişyar kir
    Etîketan:
    Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Serokomariya Tirkiyeyê, murad karayilan, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de