12:37 27 Gulan 2018
Mevlut Çavuşoglu

Wezîrê tirk: ‘Em ji ber PYDê xwe ji Amerîkayê naxeyidînin'

© REUTERS / Ümit Bektaş
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Di rojên borî de navbera Tirkiye û Amerîkayê de ji ber mijara PYDê pirsgirêk derketibû û Serokomar Erdogan gotibû: ‘Amerîka ma tu li pişta me ye an li pişta terorîstên PYDê?' li ser vê yekê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê jî got: ‘ Em ji ber PYDê xwe ji Amerîkayê naxeyidînin'

Navenda nûçeyan — Dewleta Amerîkayê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorîstên DAIŞê piştgiriya Partiya Yekîneyên Demokratîk (PYD) kiribû û alikariya çekan dabû hêzên kurd. Li ser vê yekê Serokomarê tirk Erdogan ji ber politikayên xwe yên dijminî yên li dijî hêzên kurd bertekên tund nîşanî Amerîkayê dabû û bi gotinên ‘Ey Amerîka ma tu li pişta me yî yan li pişta terorîstên PYDê yî.' Erdogan bi vî avayî Amerîkayê hişyar kiribû.

Serokomar Erdogan, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavusoglu û gelek rayedarên tirk ji bo beşdarî Zîrveya Ewlehiya Çekên Atomî bibin çûn Amerîkayê. Çavuşoglu li wê derê hevdîtineke taybet da Radyoya Dengê Amêrîkayê (VOA) û li ser mijara nêrîna Amerîka û Tirkiyeyê ya li PYDê hin nirxandin kir. 

Wezîrê tirk li ser şiroveyên wekî ‘têkiliyên Tirkiyeyê û Amerîkayê nebaş in' derewand û diyar kir ku her du dewlet mutefîkên hevdu ne û car caran helbet ku wê li ser hinek mijaran cuda bifikirin. Wezîr Çavusoglu di axaftina xwe de got: ‘Em hevkarê hevdu yên girîng in û armancên me yên girîng hene. Lê car caran gengaz e ku em ji hev cuda bifikirin. Tu welat tu caran sedî sed wek hevdu nikarin bifikirin ew ne tiştekî mimkun e. Mijara PYDê jî yek ji wan cudahiyan e. Em ji ber vê yekê xwe ji Amerîkayê naxeydînin.'

Wezîr Çavusoglu, li ser vê cudahiyê wiha got: ‘Belê em ji hev cuda difikirin. Divê em Amerîkayê li ser vê yekê qanih bikin. Lewra PYD komek terorîst e û di destên me de gelek delil hene. Tu ferqa PYD û YPG ji PKK nîne. Li ser vê yekê gelek belge di destên me de he ne. Lê ji ber nêrînên me yên cuda yên di mijara PYDê jî em nikarin xwe ji Amerîkayê bixeyidînin. Navbera me û Amerîkayê xerab nebûye beravajî gelek baş e.'

Bi heman mijarî:

Amerîka bangî leşkerên xwe yên li Tirkiyayê kir
Salih Muslim: ‘Em di mijara fedarelîzmê de Amerîka û Sûriyayê razî bikin'
The Times: ‘Amerîka û Tirkiye li ser Minbicê li hev nakin'
Erdogan: ‘Amerîka hetanî îro PKK û PYD nas nekiriye'
PYD: ‘Tu eleqeya me bi êrişa Enqereyê tuneye'
PYD: ‘100 terorîstên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin êrişî Girê Spî kirin'
Etîketan:
amerîka û pyd, dijminên kurdan, dewleta tirk, pyd, pkk, HPG, Mevlut Çavuşoglu, amerîka, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de