16:29 27 Gulan 2018
Beşar Esad

Esad:' Tirkiye, Siûdî, Fransa û Brîtanya rasterast piştgiriya terorîzmê dikin'

© REUTERS / SANA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Serokê Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ku hikumeta Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Fransa û Brîtanya rasterast piştgiriya terorîzma li Iraq û Sûriyeyê dikin.

Şam — Serokê Sûriyeyê Beşar Esad di hevpeyvîna taybet ya ajansa Spûtnîk Kurdistanê de ragihand ku hikumeta Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Fransa û Brîtanya rasterast piştgiriya terorîzma li Iraq û Sûriyeyê dikin.

Beşar Esad di axaftina xwe de got:'Problema sereke, terorîzm e. Ji bo vê divê em di qada navneteweyî de tekoşîna dijî terorîzmê bikin, lewma terorîzm tenê li welatê Sûriyeyê tesir nake, bandorê li Iraqê jî dike. Hikumeta Tirkiyeyê, malbata qraliyetê ya Erebîstana Siûdî û bi taybetî jî Fransa, Brîtanya û hinek welatên rojava rasterast piştgiriya terorîzmê dikin.'

Sedema koçberiyê ne tenê ewlehî û terorîzm e

Esad di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Reqema zirara ekonomîk û avadaniya binerdi ji 200 milyar dolarî bihurî û sazkirina avadaniya binerdi wê demeke dirêj bigre. Her wiha welatî tiştê ku pêwistiya wan pê heye bi dest naxin. Divê em jî wekî dewletê rewşa ekonomîk û sektora xizmetê bi awayekî nûjen saz bikin.'

Serokê Sûriyeyê di dirêjiya axaftina xwe de got:' Heta niha di hevdîtinên Cenevreyê de pêşveçûneke berbiçav çênebû. Ji bo peyva ‘Pêvajoya derbasbûnê'pênasek nîne. Li gorî me ‘pêvajoya derbasbûnê' tê wateya ji makezagonekê derbasbûna yekedin e. Yanî divê pêvajoya derbasbûnê li gorî çarçoveya makezagonê were çêkirin û piştî ku gelê Sûriyeyê makezagona nû erê kir dê têkeve meriyetê.'

Bi heman mijarî:

ENKS: Ev 5 sal in PYDê nekarî Kurdan bi Esad bide qebûlkirin
Şêwirmenda Esad: ‘Amerîka ji bo bajarê Palmîrayê tu tiştek nekir'
Esad: "Federasyon ji bo Sûriyeyê ne fikireke baş e û fikira kurdan xerab e"
Rûsya: ‘Esad baştirîn dostê Ewrupayê bû, ne yê me!
Esad bajarê Palmîra ji DAIŞê stand û ala serketinê daliqand
Etîketan:
DAIŞ, Serokatiya Dewleta Sûriyeyê, Beşar Esad, Şam, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de