22:37 26 Gulan 2018
Betlane

Guardin: ‘Gerok ji ber pirsgirêka ewlehiyê naçin Tirkiyeyê'

© Foto : AA/ Durmuş Genç
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Rojnameya Brîtanî Guardin bi serenava ‘Betlaneya li Tirkiye çi qas bi ewle ye?' nûçeyek çêkir û çûyîna betlanê ya Tirkiyeyê wekî bê ewle nirxand. Lewra îsal bi hezaran gerok ji ber sedemêmên ewlehiyê berê xwe ji Tirkiyeyê guherandin.

Navenda nûçeyan — Li Tirkiye îsal wekî di hemû beşên jiyanê de li beşa turîzmê jî qeyranek diqewime. Operasyonên dewleta tirk yên li bajarên kurdan, şerê di navbera PKK û hêzên tirk û êrişên DAIşê bûn sedemên qeyranên aborî. Lewra dewletên ewrûpî, Rûsya, Îsraîl, Amerîka hwd. welatiyên xwe hişyar kirin û got 'neçin Tirkiyeyê.' Bi hatina demsala havînê hişyarî jî zêde bûn. Lewra wekî her sal gerok dîsa wê berê xwe ji bo betlanê bidin Tirkiyeyê. Lê îsal rewşa

turîzmê qet nebaş e û hejmara gerokên ejnebî ji sedî 50- 60 kêm bûn. Bi hezaran esnafên li bajarên turîmê yên wekî Antalya, Alanya, Aydin, Mugla hwd. ji ber qeyranê kepeng girtin. Li ser vê yekê Rojnameya Brîtanî Guardin nûçeyek amade kir û diyar kir ku, ‘Li gorî agahiyên anketa ku derheqê turîzma Tirkiyeyê de hatiye kirin de, di hejmara gerokên ku îsal

dixwazin biçin Tirkiyeyê de li gorî sala borî ji sedî 10 kêmbûn çêbûye. Lê li gorî texmînan wê ev hejmar hêj jî kêmtir bibe. Acenteya turîzmê ya bi navê Tui ragihand ku hejmara kesên ku ji bo betlanê diçûn Tirkiyeyê ji sedî 40 kêm bûne.'

‘Hejmara rezarvasyonan ji sedî 32 kêm bûn'

Di nava nûçeyê de tê gotin ku, li gorî daxuyaniya Kompaniya Lêkolînê ya Bazaran GFK, hejmara gerokên ku dixazin biçin Tirkiyeyê ji sedî 32 kêm bûne. Dîsa li gorî nûçeyê turên gerê yên keştiyan wê îsal li Tirkiyeyê ranewestin û gelek şîrketên

mezin yên wekî Mark Warner jî şaxên xwe yên Tirkiyeyê girtin.

Di dawiya nûçeyê de hişyariya Serokê Koma Risk Advisory yê binavê Henry Wilkinson cih girt. Wilkinson di hişyariya xwe de dibêje ku ‘Ez nikarim ji mirovan re bêjim ku ji Tirkiyeyê dûr bisekinin lê divê haya wan ji rastiya tehdîta ewlehiyê jî

hebe.'

Bi heman mijarî:

Dewleta tirk dê akademîsyenê brîtanî dersînor bike!
Şîrketa Brîtanî: ‘Hejmara terorîstên DAIŞê 200 hezar kes e'
Rûsya: ‘Tirkiye şaşiya xwe qebûl bike dê pêwendiyên me normalîze bibin'
Lavrov: Almanya û Rûsya dixwazin Kurd li Cenevreyê bin
Brîtanya: ‘Em amade ne beşeke qeyrana aborî ya Kurdistanê çareser bikin’
Encamnameya Civata Wezîran a taybet ji bo qeyrana aborî eşkere bû
Esnafên Laleliyê: 'Krîz neyê çareserkirin em dê ji ber krîza aborî dikanên xwe dadin'
Etîketan:
êrişên terorîst, GFK, betlane havînê, guardin, Henry Wilkinson, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de