16:34 22 Gulan 2018
    Nevzad Yalçintaş

    Yalçintaş: ‘Pêwendiyên Enqere û Moksovayê bi 4 gavan rast dibin'

    © Foto: www.ssu.edu.tr
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Avakarê AKPê, akademisyen û Serokê Grûba Dostaniya Rûsyayê yê parlamentoyê Prof.Dr. Nevzat Yalçintaş, ji bo başbûna pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê pêşniyara 4 gav avêtinê kir.

    Navenda Nûçeyan - Avakarê AKPê, akademisyen û Serokê Grûba Dostaniya Rûsyayê yê parlamentoyê Prof.Dr. Nevzat Yalçintaş, ji bo başbûna pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê pêşniyara 4 gav avêtinê kir û ragihand ku divê têkiliyên navbera her du welatan rast bibin.

    Yalçintaş di hevpeyvîna xwe ya ajansa SPûtnîkê de got: ‘Başbûna têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyayê wê destê me xurt bike. Jixwe rayedarên Tirkiyeyê gotibûn heke me zanibûna balafir ya Rûsyayê ye me ne dixist. Ji bo başbûna pêwendiyan ez pêşniyara 4 gavan dikim, wekî mînak bi beşdarbûna akademîsyenên çapemeniyê yên Tirkiye û Rûsyayê em dikarin li Stenbol an jî li Moskovayê sempozyomekê çêbikin û parlamentere tirk û rûs vexwînin.'

    Wezîr û karsazên tirk dikarin serdana Moskovayê bikin

    Nevzat Yalçin di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Wekî merhaleya duyemîn hinek wezîrên tirk dikarin serdana Moskovayê bikin, mijara ekonomîk û kêmbûna hecma bazirganiyê binirxînin. Her wiha wekî merhaleya sêyemîn divê karsaz bicivin û vê pirsgirêkê li ser masê binirxînin.'

    Divê ji bo hevdîtina Erdogan û Pûtîn zemîn were amadekirin

    Yalçintaş di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Herî dawî divê ji bo hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn zemîn were amadekirin.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Hetanî Tirkiye gavên pêwist navîne, pêwendî nayên danîn'
    Rûsya: ‘Tirkiye şaşiya xwe qebûl bike dê pêwendiyên me normalîze bibin'
    Rûsya: ‘Tirkiye êdî nikare têkiliyên xwe bi DAIŞê re veşêre'
    Rûsya: ‘Tirkiye hê jî bi top û hawanan êrişî kurdên Sûriyeyê dike'
    Etîketan:
    Vladimîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Dewleta Rûsyayê, Hikumeta Tirkiyeyê, Nevzat Yalçintaş, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de