01:53 21 Çile 2018
Zindî
    binçavkirin-girtin

    Li bajarê kurdan operasyonên siyasî: 7 kes hatin binçavkirin!

    © Foto: © AA/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Operasyonên li ser siyasiyên kurdan li seranserê Tirkiyeyê berdewam dikin. Li bajarên Mêrdîn, Şirnex û Sêrtê operasyonên qirikirina siyasî hate kirin û di encamê de 7 kes hatin binçavkirin.

    Navenda nûçeyan — Li gel operasyonên dorpêç û qirikirnê yên li ser bajarên kurdan, operasyonên li ser siyasyiên wan jî bê navber berdewam dikin. Ji aliyê dewleta tirk ve her roj siyasetmedarên kurd bi zordarî têne binçavkirin û girtin.

    Mêrdîn

    Hevşaredara Qosera Mêrdînê Leyla Salman, Hevşaredara Şaredariya Kerboranê Zeynep Sipçik û Endamê Meclisa Şaredariya Kerboranê Yuksek Oguz ji ser navçeya Midyadê derbasî navçeya Kerboranê dibûn. Dema derbasî Midyadê bûn ji aliyê polêsan

    ve wesayeta wan hate rawestandin û her sê jinên kurd ên siyesetmedar hatin binçavkirin. Lê sedema binçavkirinên wan hêj ne diyar in.


    Şirnex

    Li Şirnexê operasyonên zilm û zordariyên dewleta tirk bênavber didom in. Hêzên dewletê îro danê sibehê bi ser gundê bi navê Ikizce yê girêdayî navenda Şirnexê de girtin. Polêsan li gund bi ser gelek malan de girtin û di encamê de kesên bi

    navên Emin Gungen, Ismail Gungen û Tahir Gungen hatin binçavkirin û ji bo jêpirsînê wan birin qerekolê.

    Sêrt

    Li Sêrtê jî danê sibehê operasyonên bi serdegirtina malan hebû. Polêsan bi ser mala xebatkarekî Şaredariya Sêrtê de girt. Xebatkarê bi navê Kumusra Çam (23) ji aliyê polêsan ve hate binçavkirin û ji bo jêpirsînî wî birin Midûriyeta

    Ewlehiya Sêrtê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Sertaç Bucak: ''Şerê li nav bajarên kurdan plana dewleta tirk e''
    KCK: "Dewleta tirk dijmin e û tirs ketiye dilê dijmin"
    Demirtaş: ‘AKP piştevanê herî mezin yê terorê ye'
    Li gelek bajarên kurdan pîrozbahiyên Newrozê (Tê nûkirin)
    Ji RTyê kampanya: ‘Bila qetlîamên artêşa Tirkiyeyê yên bajarên kurdan werin lêpirsîn'
    Etîketan:
    hevşaredar, mêrdîn, şirnex, operasyonên siyasî, sêrt, bajarên kurdan, yuksek oguz, zeynep sipçik, leyla salman, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de