20:39 26 Gulan 2018
Nisêbîn - qedexe û êriş - roja 8.

Li Dêrsimê şer: Çalakgerekî jiyana xwe ji dest da

© Foto: Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li hemberî nuqteya polêsan a li pêşiya Walîtiya Dêrsimê û avahiya Edliyê, berê sibehê çalakiyeke çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyan piştî çalakiyê şer derket û di encamê de çalakgerekî jiyana xwe ji dest da.

Dêrsim — Li hemberî nuqteya polêsan a li pêşiya Walîtiya Dêrsimê û avahiya Edliyê, çalakiyeke çekdarî pêk hat. Piştî çalakiyê şer derket û di encamê de çalakgerekî jiyana xwe ji dest da.

Îro li Dêrsimê, li hemberî nuqteya kontrolê ya polêsan a li pêşiya avahiya Walîtiya Dêrsimê, ji aliyê du kesan ve bi bombeyên destan çalakiyek hat lidarxistin. Piştî çalakiyê şer derket.

Hat ragihandin ku di şerî de çalakgerekî jiyana xwe ji dest daye, hêzên ewlehî hê derbarê êrişa çekdarî de tu daxuyaniya belav nekirine.

Hat ragihandin ku nasnameya çalakger ji aliyê Parêzgariya Dêrsimê ve hat eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Dêrsîmê, navê çalakger Onûr Polat e û endamê rêxistina çep a Tirkiyê ya bi navê DHKP-C ye.

 

Bi heman mijarî:

Li Amed, Dêrsim, Dîlok û Stenbolê 46 kes hatin girtin
Li Dêrsim û Colemêrgê êriş! 8 kes hatin binçav kirin
Rêya Dêrsim û Erzinganê hat girtin
Dêrsim: '9 xwendevan hatin binçavkirin'
Li Dêrsim û Colemêrgê gelek dever wek ‘herêma ewlehiyê' hat îlan kirin
Etîketan:
Êrişa çekdarî, Walîtiya Dêrsimê, Dêrsim, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de