10:46 23 Çile 2018
Zindî
    Kobanê, şervanên YPG

    Terorîstên DAIŞê hewl dan ku têkevin gundekî Kobanî

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hewl dan ku derbasî nava gundekî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bibin.

    Kobanî - Şeva borî terorîstên DAIŞê êrişî gundê Zormixarê li bakurê rojavayê bajarê Kobanî kirin ji ber wê jî şerekî giran di navbera wan û şervanên Yekîneya Parastina Gel (YPG) de derket.

    Şerê navbera YPGê û rêxistina terorîst heta derengiyê şevê berdewam kir û nayê zanîn encama wî şerî çi bûye. Gundê Zormixarê, 30 km dûrî Kobanî ye.

    Ji aliyekî din ve, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li bajarê Cerablosê yê Sûriyeyê dan. Hat gotin ku di encama wê êrişê de gelek terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

    Her wiha li gorî medyaya Tirkiyeyê ku duhî îdia kiribû, YPG xwe ji bo girtina Cerablosê amade dike, lê heta niha YPGê tu tiştek li ser vê yekê negotiye.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka, ji bo avakirina baregehan li Kobanî û Rimêlan erdan dikire
    Terorîstekî ereb dibêje min li Kobanî sere 16 keçên kurd jêkir
    Ji Bendava Tişrînê elektrîk gihîşt Kobanî
    Tirkiye nahêle ji bo rakirina mayînan kesên pispor û amûr derbasî Kobanî bibin
    KOBANÎ: 'Mayîn teqîya 1 kes mir, 2 kes jî birîndar bûn
    Etîketan:
    YPG, DAIŞ, Kobanî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de