23:12 25 Gulan 2018
Sertac Bucak

Sertaç Bucak: ''Şerê li nav bajarên kurdan plana dewleta tirk e''

© Sputnik / Cesîm Ilhan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 50

Serokê PDK - Bakur Sertaç Bucak got: ''Ev şerê niha dewam dike dewleta tirk xwest û kurd ketin feqê. Şerê li nav bajarên kurdan plana dewleta tirk e.''

Omer Faruk Baran

Amed — Li bajarên kurdan şer û pevçûnên di navber hêzên kurdan û hêzên dewleta tirk de dewam dikin. Ji ber şerê di Tebaxa 2015an de ji nû ve dest pê kir sivîl jî di nav de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da, bi sed hezaran kurd ji cih û warên xwe bar kir. Rêvebirê KCKê Murat Karayılan duh di hevpeyîna di ANFê de derketî de got: ''Em ketin biharê, êdî divê eyalet jî piştgiriyê bidin'' û diyar kir ku HPG dê ji çiyayan piştgiriyê bide YPSa ku li nav bajaran li dijî dewleta tirk şer dike.

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak li ser şerê niha dewam dike û serokê PKKê Abdullah Ocalan, ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

Bucak got: ''Ji hilbijartinê diyar bû ku gelê kurd xwest meseleya wan bi siyasetê çareser bibe. Li şûna siyasetê ew kesên ku niha bi dewleta tirk re şerî didomînin hatin li nava bajaran xendeq kolandin û barîkat çêkirin. Rast e, sed sal e berpirsê halê kurdan dewleta tirk e bes divê kurd derftetê nedin dewletê ku ew komkujiyê li ser wan pêk bînin. Ev şerê niha dewam dike dewleta tirk xwest û kurd ketin feqê. Şerê li nav bajarên kurdan plana dewleta tirk e''

Di berdewamiya axaftina xwe de Bucak got: ''Wisa xuya dike ku bandora Ocalan li ser PKKê nemaye. Ew ditirse ku rêxistina wî guh nede wî, ji ber wê niha naaxive. Ewê di demeke din de biaxive.''

Tê zanîn ku ji 5ê Nîsana sala 2015an vir ve hê tê hevdîtin bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re pêk nehatine.

 

 

Bi heman mijarî:

Li Amed, Dêrsim, Dîlok û Stenbolê 46 kes hatin girtin
AMED - Newroza dîrokî bi sirûda neteweyî dest pê kir: Ey Reqîb!
Amed - Nexweşxane ji ber êrîşên dewletê hat girtin
AMED - Li Sûrê şer û pevçûn! Kuştî û birîndar hene!
AMED - Rojnamegerekî din jî hate girtin
Etîketan:
kuştin, YPS, Şer, PKK, Sertaç Bucak, tirkiye, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de