09:55 24 Nîsan 2018
    Artêşa Sûriyeyê

    Rizgarkirina Palmîrayê ji bo Şam û Moskovayê serfiraziyeke stratejîk e

    © AFP 2018 / Credit Maher AL MOUNES
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 00

    Çapemeniya dewletên rojava, rizgarkirina bajarê dîrokî ya Palmîrayê ji bo rêvebiriya Şam û Moskovayê serfiraziyeke stratejîk e.

    Navenda Nûçeyan — Çapemeniya dewletên rojava, rizgarkirina bajarê dîrokî ya Palmîrayê ji bo rêvebiriya Şam û Moskovayê serfiraziyeke stratejîk e. Rojnameyên cihanê serfiraziya bajarê kevnarê ji bo her du paytextan wekî stratejiyeke sembolik nîşan dan.

    Esad destê xwe xurt kir

    Rojnameya Washington Posta amerîkî, paqijkirina bajarê kevnare ji terorîstên DAIŞê wekî serfiraziyeke sembolîk ya Serokê Sûriyeyê Beşar Esad nîşan da. Rojnameyê di nûçeya xwe de ragihand ku li gorî tiştê xuya dike artêşa Sûriyeyê di şerê navxweyî yê li hemberî grûbên terorîst de pêşveçûnêk bi dest xist. Esad bi piştgiriya leşkerên Rûsyayê derbeyeke giran li terorîstan da û destê xwe xurt kir.

    Hikumeta Esad di tekoşîna DAIŞê de xwediyê roleke girîng e

    Ji aliyê din ve rojnameya New York Timesê jî di nûçeya xwe de got: ‘Rizgarkirina bajarê Palmîrayê, da nişanda ku hikumeta Esad di vî şerî de bi piştgiriya Rûsyayê, careke din nîşan da ku çikasî hatiye guherandin û roleke girîng dilîze. Terorîstên DAIŞê di

    Gulana 2015an de gelekî bi hêsanî bajarê Palmîrayê bi dest xistibû, lê terorîstan li hemberî artêşa Sûriye û balafirên Rûsyayê xwe negirtin û herêm terikandin. Ev jî dide nişandan ku hikumeta Sûriyeyê di tekoşîna dijî DAIŞê de roleke sereke dilîze.

    Bi heman mijarî:

    Esad bajarê Palmîra ji DAIŞê stand û ala serketinê daliqand
    Êdî bajarê dîrokî yê Palmîrayê azad e
    Balyozê berê yê Amerîkayê, spasiya Rûsyayê bo Palmîrayê kir
    Jetên rûsî li Palmîrayê li 8 fermangehên DAIŞ xist
    Artêşa Sûriyeyê kete nav bajarê Palmîrayê
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa Rûsyayê, Hikumeta Sûriyeyê, Rojnameya New York Times, Rojnameya Washington Post, Beşar Esad, Palmîra, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de