16:43 19 Sibat 2018
Zindî
    cejn-paskalya

    Asûryên Til Temirê Cejna Qiyametê pîroz dikin

    © Foto: AA Ensar Özdemir
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cejna Qiyametê (Paskalya) wekî li hemû cihanê, li Til Temirê ya Rojava jî tê pîrozkirin. Îro bi sedan welatiyên Asûrî yên bajarê Til Temirê Cejna Qiyametê li dêra bajêr pîroz dikin.

    Til Temir — Îro ji saetên sibê ve bi sedan welatiyên Asûrî yên bajarê Til Temirê û gundên wê bi armanca pîrozkirina cejna Qiyametê berê xwe dan dêra bajêr.

    Merasîm ji aliyê Oldarê Xiristyanî Baxos Îşeya ve bi xwendina beşek ji pirtûka pîroz dest pê kir. Beşdaran jî nimêj û dua kirin.

    Piştî nimêjê Berpirsyarê dêrê Baxos Îşaya axaftinek kir û ji bo gelê Sûriyeyê û dinyayê hêviya aştiyê kir.

    Hêjayî gotinê ye ku li gorî baweriya xiristyaniyanan ev cejn tê wateya vejîna Hezretî Îsa yê piştî çarmixkirina wî ya bi 3 rojan. Rojek vê cejnê ya sabît tune ye û her sal di rojên cuda de tê pîrozkirin. Ev cejn wekî Roja Paskalya, Yekşema

    Vejînê û Roja Vejînê jî tê binavkirin.

    Bi heman mijarî:

    ROJAVA - Li Serêkaniye teqînek xwekujî
    Dewleta tirk li ser sînorê Rojava diwaran lê dike!
    Koordînasyona Rojava: ‘Em êrişên DAIŞê şermezar dikin'
    Nûnerê Rojava: ‘Rûsya bila ferderasyonê nas bike'
    Lavrov: ‘Êrişên Tirkiyeyê yên dijî Rojava agirbestê sabote dike'
    Etîketan:
    til temir, dêr, asûrî, cejna qiyametê, paskalya, xirîstiyan, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de