01:01 19 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Di operasyonê de 19 leşker hatin kuştin

    © Foto: K24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5246 0 0

    Operasyona ku arteşa Iraqê 24ê mehê de li Mexmûrê dijî DAIŞê dest pê kiribû îşev hat sekinandin. Ji ber ku ji leşkeran 19 mirin e 167 jî birindar bûne.

    Mexmûr — Di operasyonên li navçeya Mexmûrê de Artêşa Iraqê û çekdarên eşîrên Sunnî yên bi navê Heşda Niştîmanî tenê 3 gund kontrol kirine û di şerên heya niha de 19 kuştî û 156 birîndar dane.

    Herwiha operasyona ku ji 24ê mehê dest pê kiribû, îro hat sekinandin.

    Ew operasyona hêzên Iraqê piştî çend meh amadekariyên berfireh û bicihkirina hejmareke zêde ya leşker, top, tank û çekên din ên giran li navçeya Mexmûrê hat.

    Ligel amadekariya mezin a Artêşa Iraqê, lê belê operasyona hêzên Iraqê gellek hêdî birêve diçe. Ji 24ê mehê ve heya îro 27ê mehê hêzên Iraqê karîne tenê 3 gundan kontrol bikin, ku 2 ji wan gundan jî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve bêyî ti şerî hatibûn valakirin û hêzên Iraqê bi hêsanî derbasî nav wan gundan bûn.

    Li gor zanyariyan, di şerê wan 3 rojên borî de 19 leşkerên Iraqê hatine kuştin û 156 leşker jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    MEXMÛR - Peşmerge û hêzên Iraqê dest bi operasyonê kir!
    MEXMÛR - Artêşa Iraqê derbasî sînor bû!
    MEXMÛR - Pêşmerge: ‘DAIŞê taktîka şerê xwe guhertiye’
    MEXMÛR - Bombebarana li dijî DAIŞê dest pê kir!
    MEXMÛR -Amerîkayê û Pêşmerge bi hevra li DAIŞê xistin
    MEXMÛR - Li ser DAIŞê bombebaran: 21 kuştî
    Etîketan:
    leşker, DAIŞ, birîndar, kuştî, arteşa ıraqê, mexmûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de