07:27 21 Tebax 2017
Zindî
    Cerdevan

    Li Mêrdînê 34 cerdevanan îstifa kir

    © Foto: Yuksekova Haber
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1218 0 0

    Li navçeya Mehsertê 34 cerdevanan li hember polîtîkayên dorpêç û qirkirina dewleta Tirk, çekên xwe radestî qereqolê kirin. Hat ragihandin ku li gundên Stewrê jî 12 cerdevanan ji bo îstifayê serî li qerelolê daye.

    Mêrdînê — Li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê 34 cerdevanan bertek nişanî operasyonên qirkirinê da û wan bi awayekî giştî ji cerdevaniyê îstifa kir.

    Li gorî agahiyan, li gundên Kûdê, Terê û Favê yên girêdayî navçeyê, bi rêzê 10, 20 û 4 kesên cerdevan çekên xwe danîne û dest ji cerdevanîtiyê bedaye.

    Hat ragihandin ku li gel vê li hinek gundên Stewrê jî heman tişt qewimiye û hinek cerdevanan çekên xwe danîne û îstifa kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    3 cerdevan îstifa kirin
    1400 cerdevan beşdarî êrişên Sûrê bûn
    46 cerdevan: ‘Em êdî li hember gelê xwe şer nakin'
    Tirkiya: '5000 cerdevan dê hilbijartinên 1ê Mijdarê biparêzin'
    Etîketan:
    gund, Îstifa, Çek, Cerdevan, Mehsert, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de