18:35 20 Tebax 2017
Zindî
    Alaya kurdistanê

    Kurd bûne yek gef li hikûmeta Iraqê xwarin: 'Em ê vekişin!'

    © Foto: Basnews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 729720

    Parlementerên kurd li parlementoya Iraqê bûne yek û bangî hikûmeta Abadî kir: "Rêjaya kurdan kêmî 20% be, em ê ji hikûmetê vekişin".

    Bexda — Îro serokên komên blokên Kurdistanî li gel serokê parlementoyê Selîm Cibûrî re civiya.

    Piştî civînê serokên kurd, civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist û tê de diyar kir: "Em ê nepejirînin ku rêjeya me kêm 20% be"

    Herwiha li gorî agahiyên bidestxistî, kurdan gef xwariye ku ew ê ji hikûmetê vekişin, eger daxwazên wan bi awayekî cidî neyên nirxandin".

    Serokê koma PDKê Hasro Goran teqez kir ku yekitî û yekrêziya kurdan ji her tiştî giringtir e û got: "Mayîna kurdan di pêvajoya siyasî ya Iraqê de, gelekî giring e".

    Serokê koma YNKê Ala Talabanî jî got ku ew ê nepejirînin ku wezîrên ne bi dilê kurdan werin hilbijartin.

    Hoşyar Abdullah serokê koma Goranê jî teqez kir ku ew ê ti namzetî ji bilî yê partiyên kurdan nîşan daye nepejirînin û nehêlin ti kes li ser navê kurdan têkeve hikûmetê.

    Serokê koma komela îslamî jî Ehmed Hecî Reşîd jî got: "Gelo Haydar Abadî çima wezîrên kurd ên heyî guherandin. Bila vê ji me re bibêjin?"

     

     

    Bi heman mijarî:

    KURDISTAN - Teqîn: 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
    KURDISTAN - Bori hat kunkirin, şandina petrolê hat sekinandin
    KURDISTAN - ‘Li dijî xeyala me ya sedsalî ya serxwebûnê dernekevin'
    Îran: 'Kurdistan bila petrola xwe ji axa me ve derbasî bazarên cihanê bike
    Kurdistan petrola xwe difroşe Japonyayê
    Newsweek: ‘Dûr an jî nêzîk Kurdistan dê ava bibe’
    Etîketan:
    kurd, Kurdistan, parlementoyê Selîm Cibûrî, Civîna Rimêlan, Goran, YNK, PDK, Hasro Goran, Heyder Ebadî, Bexda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de