06:39 19 Tebax 2017
Zindî
    Ala Sûriyê

    Esad bajarê Palmîra ji DAIŞê stand û ala serketinê daliqand

    © AP Photo/ Diaa Hadid
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 151801

    Artêşa Sûriyê bi alîkariya balafirên şer ên Rûsyayê, bajarê dîrokî yê Tedmurê (Palmîra) ji destê DAIŞê derxist û ala serketinê daliqand. Di encamê de 400 terorîstên DAIŞê û 180 leşkerên Sûrî hatin kuştin.

    Palmîra — Bajarê dîrokî yê Tedmurê, ku wek Palmîra jî tê binavkirin, piştî salekê, ji aliyê hêzên Sûriyê, milîsên Hizbullaha Libnanê û bi alîkariya balafirên Rûsya ji destê DAIŞê hat derxistin.

    Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Brîtanya ye, ragihand, piştî şerekî giran û mezin, artêşa Sûriyê bajarê Tedmurê, ku meha Gulana par ketibû destê DAIŞê, bi temamî azad kir.

    Li gorî agahiyên wê saziya Sûrî, di şerê Tedmurê de zêdetirî 400 terorîstên DAIŞê û 180 leşkerên Sûrî hatin kuştin.

     

    terorîstên DAIŞê beşek mezin ji bajarê dîrokî yê Tedmurê teqandibûn û gellek tiştên kevnar ên bajêr jî şikandibûn yan jî firotibûn.

    Li gorî agahiyan, terorîstên DAIŞê yên ji şerê Tedmurê filitîne, berê xwe dane Reqa û Dêrezorê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Bogdanov: ‘Divê kurd bizanin ku Sûriye nayê perçekirin'
    ​Davutoglu: Em ê nehêlin Iraq û Sûriye perçe bibin
    Sûriye: Em li dijî federalîzmê ne!
    Sûriye: ‘Esad xeta me ya sor e'
    Li sînorê Sûriye û Tirkiyeyê NHB ket
    Sûriye : ‘Em nahêlîn DAIŞ û El Nûsra tev li agirbestê bibin'
    Etîketan:
    arteşa sûrîye, terorîst, DAIŞ, Beşar Esad, Sûriya, Palmîra
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de