10:45 23 Çile 2018
Zindî
    Newroza Stenbolê - Demirtaş

    Demirtaş: 'Ev faşîzm dê li vê welatî wê nejî!'

    © Foto: Batman Çagdaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş di Newroza Êlihê ya tevî hemû hewldanên astengiyên çeteyên Qesrê jî hat pîrozkirin, axivî û got: 'Em dibînin ku bê çawa hewl didin kombûna gel asteng bikin. Heta ku bi îradeya gel bê tirs û wêrektî seknek hebe wê ev faşîzm nikaribe li vê axê bijî.'

    Êlih - Polêsan li Tesîsa Rawestandinê ku girse li benda hatine Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş bû, êrîşî gel kirin, hewl dan rawestandina gel asteng bikin. Konvoya ku Selahattîn Demirtaş jî tê de bû, bi saetan li bajêr hate rawestandin. Li ser vê bi hezaran kes hatin ber Mîgrosê û Demîrtaş pêşwazî kirin. Girseyê dirûşmeyên, "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" berz kir. Jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî qad xemilandin. Di pîrozbahiyê de parlamenterên HDPê yên Êlihê, hevşaredar û rêveberên HDP û DBPê amade bûn.

    Di pîrozbahiyê de Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş axivî, diyar kir ku hêzên dewletê ji danê sibehê ve bajar di bin gazê de fetisandine, got: 'Li her derê Êlihê mudaxeleyên derveyî hiqûq, qanûnê dikin. Divê Waliyê Êlihê vê baş bizane, te bi îmzeyan şandin vê derê. Em jî desthilatiya vê derê ya xwecihî ne. Gel me hilbijart, ti kesî me wek memûr tayînî vê derê nekir. Eger tu dibêjî ez hevserokekî partiyekê naxim avahiyê, bibore, tu li Êlihê zêde yî, îstîfa bikî û ji Êlihê biçe.'
    Demirtaş wiha anî ziman: 'Em dibînin ku bê çawa hewl didin kombûna gel asteng bikin. Heta ku bi îradeya gel bê tirs û wêrektî seknek hebe wê ev faşîzm nikaribe li vê axê bijî. Heta ku îradeya gel li her derê xwe bi rê ve nebe, heta ku rêz nedin her ferdekî vî gelî, em ti carî gavê şûnde navêjin.'

    Demirtaş diyar kir ku divê her kes ji bo Newroza sibehê ya Amedê biherike qadê û wiha got: 'Agirê Newrozê yên li derdora navçe û bajaran bi înad û biryardarî, îro Neweroza li Êlihê nehat pîrozkirin, sibehê bi milyonan re cejna Newroza Amedê bi hev re agirê Newrozê pêxin. Sibehê divê hemû Êlihî wesayîtan tijî bikin û bi biryardarî biherikin Amedê. Germahiya Newroza Amedê wê hemû gelê me li hev kom bike û wê ji bo cihanê bibe peyama herî bi hêz. Ji bo ketina Êlihê, hemû ciwanên ku li Êlihê li ber xwe didin silav dikim.'

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: ‘Serê xwe tu caran li hember faşîmê netewînin'
    Fezlekeya Demirtaş ya Rûsyayê, gihişte Wezareta Dadê
    Ji Demirtaş bo serokên CHP, MHP û AKPê bang
    Demirtaş: Carekê jî hûn hesab bidin, êdî bes e
    Demirtaş: Roja hesêbpirsînê tê!
    Demirtaş: ‘HDP ne tenê ji bo kurdan ava bû'
    Demirtaş: ‘Eger parêzbendiya wekîlek me were rakirin...'
    Etîketan:
    Newroz, pîrozbahî, artêşa tirk, êriş, HDP, Selahatin Demirtaş, Êlih
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de