12:23 27 Gulan 2018
YPG

YPGê ji navenda çavdêriya agirbestê re 3 peyam şand

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 02

Fermandariya Giştî ya YPGê ji navenda çavdêriya agirbestê re eşkere kir ku komên terorîst ên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê êrişên li ser Şêxmeqsûdê dewam dikin û di encama êrişan 4 welatî hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan — Ajansa Nûçeyan a Hawarê ragihand ku Fermandariya Giştî ya YPGê bi sê peyamên cuda aliyên ku çavdêriya agirbesta li Sûriyeyê dikin, agahdar kir.

Peyama yekemîn wiha ye:

'Ji bo Akîba Taybet bi Agirbesta Sûriyeyê…
Em we agahdar dikin ku roja şemiyê 19ê Adara 2016an saet di 15.00an de komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê (Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Feqtesim Kema Emert û Tabûrên Nûreddîn Zenkî) bi çekên giran û navîn êrîş nuqteyên şervanên me yên li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê kirin. Van koman ji aliyê Mesbeha Helebê û taxa El-Eşerefiyê êrîş kirin."

Peyama duyem jî ev e:

'Em dixwazin agahiyê bidin we ku roja şemiyê 19ê Adara 2016an saet di 15.17an de komên çekdar ên girêdayî Îtîlafa bi çekên giran û mûşekên bi destan hatine çêkirin êrîşî nuqteyên Yekîneyên Parastina Gel û avahiyên sivîl ên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê kirin. Êriş ji aliyê Mesbeha Helebê, Taxa El-Eşrefiyê, seken Şebabî û Çerxerêya Cendûl pêk hatin. Di topbaranê de 4 welatiyên sivîl (2 zarok, jinek û zilamek) şehîd bûn, her wiha 7 sivîl jî birîndar bûn.'

Peyama sêyemîn:

'Em we agahdar dikin ku roja 20ê Adara 2016an saet di 12.00an de komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê bi çekên giran û fûzayan nuqteyên şervanên me û avahiyên sivîlan ên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê topbaran kirin. Top ji aliyê taxa El-Eşrefiyê ve hatin avêtin. Ji ber topbaranê yek ji şervanên YPG'ê bi giranî birîndar bû.'

 

Bi heman mijarî:

Parlementerê HDPê: Hêzên dewletê bi kamyonan diziya gel dike
YPG: ‘Agirbest tê îxlalkirin, em di bin êrişê de ne'
Li Şedadê teqîn: YPG: '5 şervanên me şehîd bûn'
Ji wezareta tirk senaryoya duyem: Berpirsê êrişa Enqereyê PKK û YPG ye!
YPG: ‘Komên îtilafa Sûriyeyê agirbestê nas nakin'
Nasnameyên 5 şervanên YPG/ YPJê hatin eşkerekirin
YPG: ‘Tirkiye, destûra çekên kîmyewî dide ku têkeve Sûriyeyê'
Etîketan:
agirbest, Navenda çavdêriya agirbestê ya Rûsyayê, YPG, Tugayên Nuredîn Zengî, Tûgayê Siltan Mûrad, Ehrar el Şam, Eşrefîye, Helebçe, Şêxmeqsûd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de