00:36 27 Gulan 2018
Hezex

Parlementerê HDPê: Hêzên dewletê bi kamyonan diziya gel dike

© Sputnik / Ömer Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Li navçeya Hezexê ku hêzên dewletê di 16ê Sibatê de qedexeya derketina kolanan îlan kir û dest bi êrişan kir 35 rojin qedexe û dorpêç didome. Wekîlê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu, diyar kir ku polês, leşker û cerdevan bi kamyonan diziya gel dikin û bang li gel kir ku dîsa vegerin Hezexê.

Hezex - Hezên dewletê li Hezexa Şirnexê di 16ê Sibatê de qedexeya derketina kolanan îlan kir. Piştî hat qedexe îlankirin bi tang û topan êrişî navçeyê kirin û gelek xanî û kargehan xera kirin.

Operasyonên hêzên dewletê di 8ê Adarê de bi dawî bûbû. Ligel ku 12 rojin operasyon bi dawî bûne jî dîsa pêkanînên hêzên dewletê li ser navçeya Hezexê berdewam dike. Li Hezexê 35 rojin qedexeya derketina kolanan didome û bi awayekî keyfî destûr nadin ku welatî vegerin malên xwe.

Ferhat Encu
© Foto : Ferhat Encu facebook
Ferhat Encu

Wekîlê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu, bang li gelê ku ji ber êrişên dewletê ji malên xwe derketin kir û xwest dîsa li malên xwe vegerin. Encu, diyar kir ku leşker, polês û cerdevan bi kamyonan alavên gel dirizin û wiha got:

'Di 16ê Sibatê de li Hezexê qedexe hat îlankirin. Di 8ê Adarê de rayedaren dewletê gotin "operasyon bi dawî bûne' 13 rojin li gel ku operasyon bi dawî bûne jî qedeya keyfî didome. Li aliyê din cerdevan, leşker û polîs bi hevkariya heav bi kamyonan malên gel didizin. Em bang li gelê me dikin ku bên Hezexa ku dorpêçkirinek bi fîlî lê heye. Bila gel were li Hezexê xwedî derkevin. Ger ku neyên cerdevan, polîs û leşker dê mal û milk tev talan bikin. Bi kamyonan alavan didizin.'

Bi heman mijarî:

Nasnameya cenazeyê welatiyekî Hezexê jî diyar bû!
Li Şirnexê 3 girtin û li Hezexê jî 6 kes hatin binçavkirin
Li Hezexê 2 zarokên winda jî hatine qetilkirin!
Nasnameyên 2 zarokên ku li Hezexê hatibûn kuştin diyar bû
Nasnameyên 8 kesên ku li Hezexê hatin qirkirin diyar bûn
Êriş û operasyonên li Hezexê bi dawî bûn!
Etîketan:
cerdevan, artêşa tirk, Dizîn, HDP, Ferhat Encu, Şirnex, Hezex
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de